Dîrok û Ziman

Mazlûm Dogan û destmalên kaxezî

Yek ji dirûşmên ku mohra xwe li dîroka PKK´ê dayî, "Berxwedan Jiyan e" ye. Ev jî yek ji gotinên endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Mazlûm Dogan e. Dogan 21´ê Adara 1982´yan bi çalakiya xwe şehîd bû.

Destpêka Dîroka Kurdan

Dema ku em li ser serekeke Kurdistanê difikirin, pirsên gelekî dîrokî li pêş me dibin. Kurd û Kurdî bûyerên dîrokî yên zêde û zêdetir dibe ku pêşkêşî me bikin. Lê divê em bi dîmenên hiqûqî û rastîn ên dîroka Kurdan û rêbazên wê bifikirin.

Kurd û Êzîdî: yek çarenûs, yek rê

Wê çaxê bersiva vê pirsê: Kurd êzîdî ne, an êzîdî kurd in? – wê pir hêsane be: kurd û êzîdî yek milet in, çarenûsa wan yek e û rîya wan jî yek e – Kurdistana azad. Kaynak: Kurd û Êzîdî: yek çarenûs, yek rê

Dîroka Kurdistanê – Mîtolojiya Newrozê

Gelê kurd her sal, şeva ku 20'ê Adarê bi 21'ê Adarê ve girê dide, agir dadidin, hatina Roja Nû bi kêf û şahiyan pîroz dikin. Ji ew Roja Nû re Newroz tê gotin. Newroz têgeheke bi Soranî ye, bi kurmancî Roja Nû ye.

Çîroka hevnaskirina Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz

"Mazlûm Dogan ku zane ciwanên wê demê bi Kurdîtiyê mijûl dibin li vir li hev dicivin, li Mahsûm Korkmaz dipirse. Kurikê ku çay çêdikir jî bêteredût otela li pêşberî çayxaneyê nîşan dide. Dibêje, 'ev otela ku tu dibîne ya bavê wî ye, tu dikare wî li wir bibîne'."

Evîna Dewrêş û Edûlê

Ocalan: Dewrêşê Evdî hetanî dawiyê li ser soz û peymana xwe disekine. Va egîdiya Kurd e. Ev destana Kurd e. Va netewa Kurd e. Çima em ê ji bîr bikine. Li ser va diristiya Dewrêş, Misilman û Êzdî dibine yek. Tabî pê re jî yekîtî çêbûye. Vanan tiştên mezin in. Yekî ku vê înkar bike, yekî ku vê neyne ser ziman, ku bêje ez hozan im, ez xwedî eşq im, ne rast e.

Girîngiya ziman û dîroka kurdan

Zimanê Kurdî yê di nava malbata Hînd Ewropayî de ye gelekî dewlemend e. Jêderka şaristanî û felsefeyeke kûr e. Çiqasî jî bi salan bi tundiyeke mezin rû bi rû mabe jî lê her li berxwe daye. Li dijî nîjadperestî û cihêkariyê hîn jî hewil dide li ser piyan bimîne.....

Kawayê Hemdem ê serdema nûjen: Mazlûm Dogan

Yek ji sembola serfirazî û serketinê Newrozê kadroyê pêşeng ê Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK'ê Mazlûm Dogan e. Bi jiyan û têkoşîna xwe ya li dijî faşîzm û zilmê di nava Kurdan de weke Kawayê Hemdem ê serdema nûjen jî tê pênasekirin.

Dîroka Kurdan

Kurd li ser navê bingehîn ya xwe di nav geşedana Kurdistanê de li deverên Bakur û Rojhilatê welatê xwe ji bo qewimîna di navbera Tirkiyê, Îran û Sûriyê de bi awayekî fedekarî û şerxwazî li beramberî êrişên dewleta dewletên ku li ser xwe bi tevgera Kurdî re bûne.

Bêtifaqa kurdan ne derdê îro ye

Wek tê zanîn li gorî mêjûnûsan qaremanî û azayî du peyvên xoşewîstin di nav kurdan de, û piyawê kurd herdem xwedî kesayetiyek aza û dilêr bû. girî , dudilî, gazinî ticarî li xwe nedigirt û qebûl ne dikr û didît weke kêmasî ji xwe re, kurd di vî warî de pir hişk bûn ta BASÎL NÎKÎTÎN di vî warî de bûçûna zanînnas MAR di bîr tîne ku dibêje:

Navê pirtûkê: Tarıxa Dewleta Kurdan
Navê nivîskar: Mihemed layê Brahîm layê Mihemed layê Ebû l-Fewaris 'Ebdulezîzê Ensarî yê Xezrecî
Navê wergêr: M. Emin Narozi
Wergera ji ziman: Erebî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stembol
Navê çapxaneyê: Weşanxaneya Azad
Sala çapê: 2015

Ev kitêb nêzî 700 sal berê hatiye nivîsandin û kitêba ewil ya dîroka Kurdan e. Heke berî wê hin xebat hebin jî îro di dest me de tune ne. Nusxeya vê kitêbê ya orjînal li Stenbol di Kitêbxaneya Suleymaniyê de ye. Behsa heyama Dewleta Eyyûbiyan û Selahaddîn Eyyûbî dike. Ji sala 1175'an dest pê dike û sal bi sal behsa bûyera, şeqsa û behsa heyamê dike heya sala 1257'an. Kitêba ku me çap kiriye 2 beş in, beşa Erebî ya kopîya orjînal û beşa wergera Kurdî. Ji ber ku kitêbê Erebî ji rastê dest pê dikin beşa orjînal ji dawiya kitêbê dest pê dike, beşa Kurdî jî di serê kitêbê de ye. Wergera wê ya Kurdî M. Emîn Narozî kiriye û pêşgotin jê re nivîsîye. Di serê wê de jî nivîsa Mehmet Bayrak ya ku behsa kitêbê dike heye. Wek ku dîrokzanekî gotiye; ji bo xelkekî felaketa herî mezin, nivîsandina dîroka wî ya bi destê dujmin e. Ev tespît pir watedar e û rastûrê Kurda eleqe- dar dike. Loma di gel hemû zehmetiyan dema Kurd bixwe dest bavêjin dîro- ka xwe û binivîsin, ev bi serê xwe pir girîng e. Nasnameya Kurdan ku yek ji xelkê herî qedîm yê Kurdistan û Mezopotamyayê ye, bi destê rejîma Kemalîst ya şopdarê Ittîhat û Teraqqîyê ji destpêka Cumhûriyetê ve bi fermiyet hat qedexekirin û li ser bingeha "neqebûlkirin û tunehesibandin"a Kurdan "dîrokek fermî ya Tirkan" hat avakirin.

Kronolojiya dîroka Kurdistanê

Êzdîtî

Êzdîtî oleka xwedênas e û di nav kurdan de kevnar e û heta zimanê qewl û sebeqên olê jî bi kurdî ne . Gelek lêkolînvan reh û rîşalên wê vedigerînin bo serdemê manî û zerdeştiyan û belkî kevintir jî.

Kurd kî ne?

Kî ne kurd, ji kû tên? Dîroknas bi awayekî giștî li ser vê hemfikir in, ku Kurd ji milê îranî yên malbata mezin a gelên hîndo-ewrûpî ne. Di demên kevnar de, qiraliyetên bi navê Mîttanî, Kasît, Hûrî li ser erda çiyayî ya di navbera deșta Îranê û hewza jorîn a çemê Feratê de hikûm kirine

Kurdî zimanê fermî yê Kurdistanê bû

Her çend dewletên dagirker ê Kurdistanê rê li ber pêşketin û geşadana kurdî girtibin û gelek bermayîyên dîrokî yên Kurdistanê ji holê rakiribin jî çanda qedîm a kurdî, dîroka kurdan, bi berxwedana pêşewayên ziman û dîroknûsên kurd li ser piya maye.