Evîna Dewrêş û Edûlê

Ocalan: Dewrêşê Evdî hetanî dawiyê li ser soz û peymana xwe disekine. Va egîdiya Kurd e. Ev destana Kurd e. Va netewa Kurd e. Çima em ê ji bîr bikine. Li ser va diristiya Dewrêş, Misilman û Êzdî dibine yek. Tabî pê re jî yekîtî çêbûye. Vanan tiştên mezin in. Yekî ku vê înkar bike, yekî ku vê neyne ser ziman, ku bêje ez hozan im, ez xwedî eşq im, ne rast e.

Deştî AMED

"Dewrêşê Evdî bixwe gerîlayekî mezin e.

Edûl, ew keçikê me yê ku her xwe dişewitînin..."

(Rêber Apo)

Dengbêjî dîrokeke zindî ya gelê Kurd e. Bûyer, qewimîn, şer, mêrxasî, ziman, erdnîgarî, evîn, destan û gelek mijarên dîtir, bûne mijarên kilamên dengbêjan. Kurd neçar mane ku zargotina xwe, destanên xwe li hember dîroka kambax ku cîh nedaye wan, devkî li ser xwe bihêlin. Pêwîst e mirov di dengbêjiyê de li ser Destana Dewrêşê Evdî û Edûlê bisekine. Dîsa mijareke girîng jî di dengbêjiyê de erk û hûnandina vê destanê ye. Di rabihuriyê de gelek guhertoyên vê berxwedanê û destanê hene û ji gelek hêlan ve divê mirov pê dakeve. Rêber Apo di pêvajoya Romayê de li ser vê destanê disekine û dibêje, "Dema ku min li vê destanê guhdarî kir di dilê min de germahiyek çêbû û min got, pêwîst e ku ez vê eşqa mezin a Edûl û Dewrêşê Evdî bidime jiyîn. Bi taybetî jî terîfkirina Dewrêşê Evdî ya ji hêla Edûlê ve, tu hunermendên me, tu xwediyê edebê me ne mumkin e ku wiha terîf bikin." Rêber Apo diyar dike ku, yekî ku "vê terîfê neyîne ziman û bi roja îro re girênede, ez ji wî re nikarim bêjim tu xwedî huner î."

Ez vê bibêjim, ne Rêber Apo bûna, wê haya me ji rastî û kûrahiya vê destanê nebûya. Li vir tespîteke Rêber Apo heye û ew dibêje; "Dewrêşê Evdî yek egîdên Kurd e. Li hember Ereb û Tirkên Osmanî radibe. Bi lehengî şer kiriye û ne bi isûleke layîq şehîd ketiye. Di wextê xwe de serokê Kurdan e, dema ku dimire jî, li girê Qermîtê, lingê hespê wî dikeve kunemişkan û bi kêr û xençeran di xwînê de dihêlin jî, li ser soza xwe ye û soza wî jê re esas e. Piştî mirina Dewrêşê Evdî, Kurd bê serok dimînin."

Ji bo xatirê Edûlê û Dewrêşê Evdî

Destana Dewrêşê Evdî û Edûlê digel ku di kilamên dengbêjên nemir de bêmirin bûye, bes ji ber bêmecaliya Kurdan, her çiqas hewldan hebin jî, wekî şano û sînema nehatiye hûnandin. Dîsa di destanê de evîneke bêhempa heye, bes ev evîn bi netewebûnê hatiye xemilandin. Yanî tenê di milê evînê de li destanê bê nihêrtin, wê gelek kêm bimîne û wê neheqiyeke mezin be. Li ser vê yekê Rêber Apo dibêje; "Tu Edûlê înkar bikî ku tu Dewrêşê Evdî înkar bikî, tu yê nikaribî mezinbûnekê ji bona roja îro çêkî. Di vir de meseleyeke pir bi prensîp heye. Gotinên wan, gotinên mezin in. Ev ruh û şexsiyeta Kurdan e. Egîdiya Kurdan e. Tu vê jî ji bîr bikî û bêjî, ez hunermend im û hozan im, ez ê nikaribim te qebûl bikim. Min ev ji xwe re esas girt, ji min re bû qerar. Min got ji niha û şûn ve ez ê vê ji bona xatirê Dewrêşê Evdî û Edûlê, ez ê vî tiştî bidime meşandin. Min ev soz da xwe. Lazim e em li van şehîdên li hember vî dijminê xwînwar şehîd ketine, xwedî derkevin."

Ji bona vê jî ka em li dengbêjî û destana Dewrêşî Evdî û Edûlê hûr bibin. Di destana Dewrêşê Evdî de sêcaranî heye, yanî çîrok di nava çîrokê de bi awayekî diyalektîkî tên hûnandin. Di nava nivîskarên Kurd ên tirkînûs de, Yaşar Kemal û Murathan Mungan ev rêbaz bi hostayî bi kar anîne. Dengbêjên ku bi berfirehî bi Dewrêşê Evdî û Edûlê dadikevin; Baqî Xido, Xefarî, Şakiro, Cemîl Horo, Karapêtê Xaço, Bavê Salih û gelek dengbêjên din, beş bi beş bin jî destanê dibêjin. Dema mirov li van dengbêjan dinihêre, mantiqa sazkirina kilamê, bûyer û şexsan yek e. Her çiqasî pirraniya dengbêjan, destan bi evîna Dewrêş û Edûlê dabe destpêkirin jî, bes destan ji sê beşan pêk tê û her beşek di nava xwe de, dîsa bi awayê sêcaranî didome û tev bi hev ve girêdayîne. Yanî destan tenê ji Dewrêş û Edûlê pêk nayê. Ev tenê beşek ji vê destanê ne.

Sê beşên destanê

Beşa yekem; Kalikê Dewrêşê Evdî Teyar şevekê winda dibe û dihere malekê. Li wê malê Xezal û dayîka wê hene. Bes, ev hatin bi şaşî ye. Lê ji bona ku şaşiya xwe bincil bike, ji wan re dibêje, ez hatime Xezalê ji bona Dewrêşê Xwarzê bixwazim. Ji ber ku Xezal û dayîka wê li mal tenê ne, ji ber tirsê soz didin Teyar. Bes Xezal jî destgirtiyê Xelîfê Bexdayê ye. Dewrêşê Xwarzê, Xezalê direvîne û piştre tên girtin û eşîra wan sirgûn dikin. Bi qasî ku tê zanîn heta Çiyayê Gabarê diçin û li wir bi cîh dibin. Dewrêşê Xwarzê û Xezal jî dişînin Bexdayê. Her çiqas di kilaman de behsa li Çiyayê Gabarê bicîbûnê neyê kirin jî, di dîroka berxwedana Êzîdiyan de behsa vê yekê pirr tê kirin.

Beşa duyem; çîroka Evdoyê Şerqî û Rixmê ye. Evdoyê Şerqî bixwe bavê Dewrêş e. Di çîrokê de, evîna Evdoyê Şerqî ya li hemberî xwişka Zor Temir Paşa Rixmê tê hûnandin. Bes Temir xwişka xwe nade Evdoyê Şerqî û ew bi Eyşanê re dizewice. Dewrêşê Evdî û Sadûn jî zarokên Eyşanê ne.

Beşa sêyem jî; çîroka Edûlê û Dewrêş e. Evîna Dewrêş û Edûlê ji zarokatiyê dest pê dike. Digel ku Evdoyê Şerqî bi Rixmê re nazewice jî evîna Rixmê ti caran ji dilê wî dernayê. Ji ber vê sedemê dema ku Evdoyê Şerqî diçe dawet an govendan, her dem Dewrêş û Sadûn dişîne gel Rixmê. Rixmê bi xwe meta Edûlê ye. Wê demê jî Zor Temir Paşa ji Evdoyê Şerqî, ji bona li hemberî Osmaniyan şer bike alîkariyê dixwaze. Evdoyê Şerqî bixwe serekê 50 hezar malên Êzîdxaniyan e û di şer de bi ser dikeve.

Temir Paşa soza Rixmê didê, lê piştre ev soz diguhere û nayê cîh. Rixmê jî ti carî nazewice. Di van çûn û hatinan de, Dewrêş Edûlê nas dike û evîna wan ji wê rojê ve dest pê dike. Sal dibihurin, Evdoyê Şerqî ber bi kalbûnê ve diçe û li gorî dengbêj dibêjin, dibe "koma hestiyan" Piştre Dewrêş dibe serokê eşîrê û nav û dengê mêrxasiya wî li çar aliyê welêt belav dibe. Di vê çîrokê de sêcaranî heye. Evdoyê Şerqî, Dewrêş û Temir Paşa li pêş in û her yek ji wan bi serê xwe çîroka wan tê hûnandin. Di dawiya salên 1700'î de, nakokiyên Zor Temir Paşa dîsa bi eşîrên Ereban re didin der. Dîsa ji eşîran hemûyan alîkariyê dixwaze, ji ber ku eşîr ji Gêsan ditirsin û bawerî bi Temir Paşa nayînin, Temir Paşa jî Edûlê wekî xelat pêşberî eşîran dike û dibêje; "Kî fîncana zêrîn rake û qebûl bike, li hemberî Gêsan şer bike, ez ê Edûlê bidimê." Temir Paşa baş dizane ku Dewrêş wê were û eşîrên din jî wê pê re bin. Zor Temir Paşa ji Dewrêş re nameyê dişîne, name li civata Êzîdxanê tê xwendin, bes Evdoyê Şerqî qebûl nake û ji Dewrêş re dibêje; "Tu ji bona keçekê dikevî cengê". Di vir de diyalogên balkêş di navbera Dewrêş û bavî wî de hene. Dewrêş dibêje, "Ma ne tu bûyî, te gora Rixmê vekir, digel ku cesed riziyayî û genî bûbû, te ew cesed bêhn dikir û te digot, çiqas bêhneke xweş e." Li vir em dibînin ku evîna bavê Dewrêş a ji Rixmê re bi qasî ya Dewrêş ji Edûlê re mezin e. Dewrêş dikeve rê û Edûl tê pêşiya wî û jê dixwaze neçe şerî. Lê Dewrêşê Evdî dibêje, "Ez heta te heq nekim, ez te nagirim." Destgirtiya Çîlo Îzolî jî tê pêşiya Dewrêş, da ku ji bona ew beşdarî şer nebe, gilî û gazincên xwe bike. Destgirtiya wî, bi çûyîna Dewrêş re Çembera Xaricî li dora xwe xêz dike û dibêje; "Ger tu herî cengê û bi te re destgirtiyê min were, ez ji vê xariciyê dernayêm."

Di van çîrokan de wekî me berê jî diyar kiribû, çand, ol, ziman, dîrok, zargotin, têkilî, erdnîgarî hemû tên ravekirin. Xasma çanda Êzîdiyan balkêş e. Di nava Êzîdiyan de, "çembera xaricî" balkêş e û divê mirov pê dakeve. Esasê Çembera Xaricî, ji zerdeştiyê ye, ji kembera nefsê ya xweterbiyekirinê tê û di çîrokê de jî bi hosteyî behsa wê tê kirin. Di kemberê de girêk hene û her girêkek sembola exlaq û rêgezên jiyanê û xweterbiyekirinê ne. Di asta herî jêr ya şagirtiyê de, 12 girêk hene; ev bi 36 û heta 72'yan dewam dike. Ev ketiye nava lîstikan jî, da ku wekî çandekê li nav zarokan jî bi cîh bibe. Li gorî baweriyê kî wê xêzê bikişîne, kes nikare xera bike û ne jî bikeviyê. Û dergistiya Çîlo Îzolî heta dimire di nav xêzê de dimîne. Di çîrokê de çîroka Çîlo Îzolî bi berfirehî tê hûnandin. Çîlo Îzolî bi pismamê xwe re şer dike, dema ku bê kuştin Dewrêş wî xelas dike. Ji ber vê yekê, dilsozê Dewrêş e.

Niha Zor Temîr Paşa texmîn dike ku Dewrêş wê were û rahêje fîncana zêrîn û pê re jî eşîr hemû bidin pey Dewrêş. Di encamê de wisa jî dibe. Dewrêş jî wê demê biryara tenê şerkirinê dide, tenê ji pêşengên eşîran 12 kes heta dawiyê pê re dimînin. Ev lehengên hanê, her yek ji wan bi dil û can dilsozê Dewrêş in û her yek ji wan tevlî eşîrên xwe, evînên xwe bi awayekî sêcarabûnê tên hûnandin. Ev 12 kes Bozan, Sadûn, Çîloyê Îzolî, Hemê, Kemhê û yên din in. Eşîra Gêsan, eşîreke Eraban e û nakokiyên wan bi Milan re hene. Ji eşîrê Eferê Gêsî destbirakê Dewrêş e û mêrxasekî bi nav û deng e. Berî ku şer bikin Efer li Girê Qirmîtê bi Dewrêş re diaxive, naxwaze bi Dewrêş re şer bike û dibêje; "Ev şerê me û Milan e". Dewrêş dibêje, ev şer ji bona Edûlê ye û min fîncana zêrîn girtiye. Di çîrokê de, xwişka Efer, birayê Efer jî bi awayekî diyalektîkî tên hûnandin. Şer li girê Qirmîte dest pê dike. Hevalên Dewrêş yek bi yek dimirin. Li vir divê mirov li ser Sadûn û birîndarbûna wî bisekine. Sadûn birîndar dibe û wî dişînin da ku xeberê bide Êzîdxanê û Edûlê. Li gorî hinek çavkaniyan, Sadûn li wir dimire; lê, Sadûn ji şerê Qermîtê xelas dibe. Li ser vê yekê Rêber Apo vê nirxandinê dike; "Dema ku Edûlê deng dide û min guhdarî kir şûn ve, tabî ez jî karê yekîtiya jina Kurd dikim, yekîtiya şerê Tirkan dikim, seroktiyê jî dikime, ê min jî hema hema maye ku ez bême girtin, dijmin jî dibê em ê wî bixwine. Der û dorê min rapêçane, girtî me, min ecêb hat, rast e ez girtî me, dema ku min dît hevalên min herî leheng heval Tayhan û Jêhat li Moskovayê, hemû bedenê wan agir pêçaye û bi agir reqsê dikin û xwe heta dawiyê bi slogana 'Bê serok jiyan nabe' dişewitînin, piştre min bihîst ji zarokekî 13 salî bigire hetanî heftê saliyan xwe dişewitinîn û gel heft roj in li ser piyan, ne xwarin dixwin ne radizên, vanan hemû hatin ber çavên min. Tabî dijminê me jî gelek mezin e, faşîstên Tirk, gaveke mezin avêtine. Talûke roj bi roj mezin dibe. Dîroka Kurdan careke din bi şiklekî din bi trajedî tê serê me."

Bila Edûl min bi vî halî nebîne

Dewrêş li ser hespê xwe Hedwan e û Hedwan baş tê şayesandin û hêjayî nirxandinê ye. Gêsî fêm dikin ku heta ku Dewrêş li ser Hedwan be nayê kuştin. Birayê Efer wî ber bi bajarê mişkan yanî xirbeyên mişkan ve dikişîne û lingê Hedwan dikeve kuna koremişkekê û Dewrêş dikeve. Dema birîndar dibe, xwişka Efer xwe diavêje ser Dewrêş û nahêle ku wî bikujin. Dewrêş dibin ser girê Qermîtê, berî ku Edûlê were, Dewrêş ji Efer re dibêje, porê min şeh bike û simbêlên min bade, bila Edûl min bi vî halî nebîne. Edûlê tê Dewrêş hê jî birîndar e, Edûlê serê Dewrêş datîne ser çonga xwe û bi awazeke kilamî destanê dide destpêkirin. Jixwe destan jî, hemû ji zimanê Edulê tê gotin û lewma navê destanê yê esas; "Kilama Delalê Edûlê" ye. Li gorî hinek çavkaniyan, Edûlê heta mirina xwe neziwiciye û dilsozê bibîranîna Dewrêş maye.

Rêber Apo jî di nirxandina xwe ya li Romayê de digot; "Wê demê ez li ser gotina Edûlê pirr sekinîm û tabî li ser ketina Dewrêşê Evdî sekînim. Min got lazim e, em vê qederê biguherînin. Min got, ger ev qeder neyê guhartin, ewqas xwînê şehîdan, şehîdên qehreman, te dî, di klamê de dibêje, 12 hevalên xwe hebûn û yek bi yek çawa şehîd dibin. Ê der û dorê min jî, yek bi yek çawa xwe dişewitinîn, eynî mîna me. Û 1500 siwar û yên me jî gerîlayên me. Dijmin eynî dijmin e. Min got, tiştê ku hatiye serê Dewrêşê Evdî hatiye serê min jî. Wê demê min got, tu çawa ayeteke Quranê bi eşq dixwînî, dengê Edûlê jî ji min re wisa hat û min got îman va ye. Ji bona vê min şerek mezin kir, bi hezaran keçên me pirr bi qehremanî xwe şewitandin. Ev hemû jî ji bona eşqê bû. Niha jî bi hezaran keçên me hene, ku ez bêjim, wê di deqeyekê de xwe bişewitînin. Çima, ji ber ku zanin eşq çi ye. Hûrmeta min ji vê re pirr mezin e. Ez ji bona zilaman jî dibêjim, ji bona hevalan jî dibêjim, ger hûn van keçan dirist nas nekin, ez ê destê we jê bikim. Hûn nikarin nêzîkî van keçan bibin. Van keçan xwe bi egîdiya xwe dane çêkirine. Divê hurmeta we jê re hebe, hezkirina we jê re hebe, tu yê hewl bidî, bi zora xwe, bi sextekariyê keçê bi dest bixî. Ez belkî xwîşkê xwe neparêzim, lê ez ê van keçan biparêzim. Keç pirr qîmeteke mezin e. Bi keçekê re mirov dikare dinyê jî fetih bike, lê kî, çawa? Di wê demê de ew egîdana gerîlayên me yên niha ne, Dewrêşê Evdî bixwe gerîlayekî mezin e. Edûl, ew keçikê me yê ku her xwe dişewitînin. Dema ku wê dixwazin, nizanim filan beg filan paşa min dixwazin, lê qebûl nake. Yekî jî qebûl nake. Dibê ez Dewrêşê Evdî qebûl dikim. Ew nebe, tenê mezel min qebûl dike. Vanan tiştên mezin in. Vanan prensîbên Kurdan in. Vanan prensîbên hezkirinê ne. Û sedî bi sed bi egîdiyê re girêdayiye. Dewrêşê Evdî jî ne teslîmê Ereban bûye ne jî teslîmî Tirkan bûye. Va çi ye, va serxwebûn e. Va welatparêzî ye. Çima paqij dike, ji bona vê jî çiqas eşqa xwe mezin be, şerê wî jî mezin e. Ji ber ku berî eşqa xwe bi dijminê xwe re şer dike. Pirr eşqeke mezin e. Lê berî Edûlê berê xwe dide dijmin. Di vir de kes mîna Edûlê ne bi eşqeke mezin e. Nikare wer bibe. Kes nikare mîna Dewrêşê Evdî jî wisa bi eşqeke mezin be. Lê bi şerê xwe jî mezin e. Hûn ê bêjin ez bi vanan mijûl dibim. Em mecbûr in vanan bişopînin. Dewrêşê Evdî hetanî dawiyê li ser soz û peymana xwe disekine. Va egîdiya Kurd e. Ev destana Kurd e. Va netewa Kurd e. Çima em ê ji bîr bikine. Li ser va diristiya Dewrêş, Misilman û Êzdî dibine yek. Tabî pê re jî yekîtî çêbûye. Vanan tiştên mezin in. Yekî ku vê înkar bike, yekî ku vê neyne ser ziman, ku bêje ez hozan im, ez xwedî eşq im, ne rast e. Di Mem û Zînê de va tişta heye. Wexta dinivîse dibêje; 'Bila nebêjin Kurd bêeşq in û bêîrfan in...' Paşê ez li ser karê me jî sekinîm. Min got di vir de eşq heye an tuneye; di vir de egîdî heye an tuneye. Min nêrî hebek heye. Ê min nêrî di vir de zora dijmin heye an tuneye, pirr ecêb bû. Dixwazin nefesa te qut bikin. Wê demê min jî dest bi xuliqandina vê evînê kir."

Ma piştî vê mumkin e mirov li ser vê destanê nesekine û encaman jê dernexîne. Di vir de ya girîng ev e ku mirov encaman jê derxîne. Sekna Edûlê û Dewrêşê Evdî ku ji bona evînê heq bike, bi artêşeke 1700 kesî re şer dike. Tenê bi vî awayî ji xwe re evînê heq dibîne.

Back-To-Top-Button by Cemîl. A from Denge-Med.de