Êzdatî

Êzdatî oleka xwedênas e û di nav kurdan de kevnar e û heta zimanê qewl û sebeqên olê jî bi kurdî ne . Gelek lêkolînvan reh û rîşalên wê vedigerînin bo serdemê manî û zerdeştiyan û belkî kevintir jî. Elemnetine hene di êzdatiyê de ku ew di misilmantî û filetiyê de jî hene û gelek elementên olên kevnar yên rojhelatê di êzdatiyê de mane.Şêxadî (1075-116) bi reformkerekê vê olê yê herî kartêker têt dîtin. Du kitêbên pîroz yên êzdaiyan hene; Mishefa Reş û Cilwe û ew bi alfabeyeka taybet hatine nivîsîn. Êzdaiyan bawerî bi kirasguhorînê, wek çawa yarsanan bi donadoniyê heye.

Xuya ye ku peyva Êzda yan yezîdî ji êzdan yan yezdan hatiye û di kurdiyê de têt manaya Xudê. Êzdatîtiyê bawerî bi yek Xudêyî heye û di qewlekê wan de weha behsê Xudê têt kirin:
Xwedê hezar û yek nav e bê heval û bê şirîk e, erdek nîne hukumê Xweda lê nîbe. Bêy hukumê Xwedê pel jî li ser darê naheje.

Li gor ola êzdatîtiyê Xudê li destpêkê ji nûra xwe milyaket çêkirin û paşî herçar element; ax, av, ba û agir. Paşî qalibê Ademî ji herçar elementan nijinî. Li gor êzdaiyan laş ji axê çêbûye û vedigere axê, lê rûh namire û ew xwe di qalibekê dî di jiyanê de didomîne û dibêjine vê kirasguhorîn.

Tawisê Melekî cihekê pir pîroz li cem êzdaiyan heye, ew melekê îmanê ye û bi xwe re bihar û xweşiyê tîne ser erdî. Di qewlê Çarşema Sor de, ku ew wek cejna Tawisê Melek jî têt nas kirin, weha têt gotin:
Çarşema serê nîsanê
Gul û çîçek hatin meydanê
Tawisî Melek reyîsê îmanê
nîsan deng lê kire
Bihar pê dixemile
Bi kesk, sor, sipî û zer e

»Tawis Melek

Gelek zana û xas di nav êzdatîtiyê de derketine, ji wan şêx Ebulberekat ku birazayê Şêxadî û xelîfeyê wî bû, Şêx Hesenê Hekarî, mîr Êzdîn, şêx Şemis, şêx Fexir û gelekên din. Laliş, li başûrê Kurdistanê, cihê herî pîroz yê êzdaiyan e û li wir mezarê xasên mîna Şêxadî hene û êzda hersal heca xwe dibine wê derê. Gelek cejnên êzdaiyan hene mîna cejna Cemayê, Çilê Havînê, Çilê Zivistanê, Xidir Ilyas, sersala êzdaiyan, çarşema Sor, Bilind û htd.

Çavkanî:

– Ezdatîtî, baweriya heqyê, rehmê û Xwedênasiyê ye, Eskerê Boyik, kovara Laliş 23.
– Ensklîpediya Giştî, Yasîn Salih, Serdem, 2005, Silêmanî.
– Mêjûy Edebî Kurdî, Dr. Marif Xeznedar, bergê yekê, weşanxaneya Aras, Hewlêr, 2001.
– Dîroka kurdên êzdaî, Wapedia:

Back-To-Top-Button by Cemîl. A from Denge-Med.de