Mazlûm Dogan û destmalên kaxezî

FIRAZ BARAN / KÖLN

Yek ji dirûşmên ku mohra xwe li dîroka PKK´ê dayî, "Berxwedan Jiyan e" ye. Ev jî yek ji gotinên endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Mazlûm Dogan e. Dogan 21´ê Adara 1982´yan bi çalakiya xwe şehîd bû.

Wî ev gotinên xwe li Hepsa Diyarbekirê gotin, ya ku her roj lê teslîmiyet bi êşkenceyê dihat ferzkirin. Wî gotina xwe jî di pratîkê de bi çalakiya xwe bi cih anî û bû mînakek.

Wî îsbat kir ku berxwedan bi ser dixe, dewletê jî li hepsiyan weke girtiyên siyasî nihêrî. Ev gotin, di heman de navê kitêbeke Mazlûm Dogan e ku wî di hepsê de nivîsî. Ev kitêb Nîsana 1981´ê hat weşandin. Kitêba bi navê "Direnmek Yaşamaktır" (Berxwedan jiyan e) bû kitêba ber serê hemû kadro û sempatîzanên PKK´ê yên wê demê.

Li ser destmalên kaxezê nivîsî

Ji serpêhatiya vê kitêbê ya rastî mirov dikare filmekê çêke. Mazlûm Dogan kitêb li ser destmalên kaxezî nivîsî û gihand derveyî hepsê. Fîdan Yildirim a ji 1977´an ve di nava refên PKK´ê de ye serpêhatiya vê kitêbê wiha dibêje, "Gava ku ez li Şamê bûm, li wê mala serokatî lê bû, dimam; hingê ev not (ên Mazlûm Dagan) hatin. Divê meha yekê ya 1981´ê be. Ew destmalên kaxezî 3 tewî bûn. Heval Mazlûm li ser zekê ji wan kaxezan bi herfên gelekî hûr nivîsîbû, xweşik ew pirrtew kiribûn. Ev rêbazek bû ji bo notan bi rehetî ji hepsê bigihînin derve. Hevalek derdikeve pêşberî dadgehê, tê texmînkirin ku ew ê bê berdan û weke ku destmalên kaxezî pê re bin, wan dixin berîka kurtikê wî. Li gorî agahiyên ji kesên ji lêpirsînê derketine, weke kitêbeke perwerdeyê ji bo hepsê difikire û li ser rêbazên êşkenceyê û rêbazên berxwedana li dijî êşkenceyê kitêbê dinivîse. Bi herfên fewqelade piçûk, bi qelema şîn bi îhtîmameke mezin hatibûn nivîsîn. Hingê min ew, ji bo ku bi awayekî rehettir bên xwendin, li defterê nivîsîn. Piştre Weşanên Serxwebûn ew kir kitêb."

Back-To-Top-Button by Cemîl. A from Denge-Med.de