Radyoyên Rewanê û Bexdayê

Piştî salên çil û pêncîyan, li Rewana Ermenîstanê û li Bexdaya İraqê, radyoyên dewletan cîh dane beşên Kurdî û her wiha cara yekem bi Kurdî weşan çêbûne. İdî Kurd dengbêjên xwe, kilam û çîrokên xwe, derd û kulên xwe, deng û behsên xwe bi zimanê xwe guhdar kirine. Tesîra radyoyan li ser civak û cumaeta Kurda gelek zêde ye û divê sosyopsîkolojîya vê tesîrê bibe mijara gotarên zanîstî. Piştî Rewan û Bexdayê li Ûrmîye, Kîrmanşah, Qahîre û Tehranê jî weşanên Kurdî destpêkirine. Lê ya herî bibandor bêguman Radyoya Rewanê ye.

Radyoya Rewanê, bi piştgirî û destûra Yekitîya Dewletên Sovyet yên Sosyalîst ve, di sala 1955an de li Rewanê dest bi weşanê kirî ye. Weşan, heftê de çar roj, bi qasî 15 deqe wek test destpêkirîye. Piştî du salê radyoyê temam dibe, Hikumeta Ermenîstan û Yekitîya Sovyetê, di sala 1957an de ji bo rêvebirîya radyoyê komîsyonek avadikin û serkarîya radyoyê didin Xelîlê Çaçan (Xelîl Muradov). Xelîlê Çaçan evî karî heta sala 1981an bi rê ve dibe. Xelîlê Çaçan, bi xebatên xwe yên qedirbilind ve 1800 kilam qeyd kiriye û hemû taybetmendîya folklora miletê xwe gîhandîye guhdarên radyoyê. Gava ku behsa Xelîlê Çaçan û Radyoya Rewanê dibe, meriv spîkera bi nav û deng Eznîva Reşîd ji bîr neyîne nabe. Eznîva Reşîd, spîkera yekemîn ya zimanê Kurdî ye û heta salên 1982an, bi qasî 27 salan, dengê xwe gîhandîye guhdarên xwe yên ezîz. Îro kesên ku emrê wan ji çil salî zêdetir be, hema bêje herkesê ji wan, qet nebe carek bûye guhdarê Eznîva Reşîd û bi anonsên wê gelek dengbêj nas kirine û ji wan hez kirine. Eznîva Reşîd, her wiha di hêlûna dilê miletê xwe de cîh hilda ye.

Lîsteya dengbêjên Rewanê dirêj e. Karapetê Xaço, Şeroyê Biro, Meryem Xan, Aram Tîgran, Sûsika Simo, Zadîna Şekir, Aslika Qadir, Efoyê Esed, Reşîdê Baso, Fatma Îsa, Egîdê Tecir, Neçoyê Cemal, Mecîdê Silêman, Şewabê Egîd, Belgîa Qadir, Dawûdê Xelo, Ahmê Çolo, Asa Evdile, Xana Zazê, Şiblîya Çaçan, Werda Şemo û gelekê din li ser vê radyoyê gihîştine dilên guhdarên xwe. Xêncî dengbêjan divê bilûrvanên wek Egîdê Cimo, ku jê re gotine "mîrê bilûrê" û Xelîlê Evdile jî ji bîr bê. Şamilê Beko jî jxwe bi zirne ve hunera xwe xebitandî ye.

Radyoya duyem ya Bexdayê ye. Weşana beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê, dikare bê gotin ku xwedîyê weşana yekem ya Kurdî ye. Di sala 1939an de vedibe. Du sê salan rojê carek tenê 15 deqe diweşe. Paşê, bi salan hey zêde dibe û digihîje 2 saet 45 deqeyan. Mihemed Arîf û Hesen Cizrewî, Hesen Zîrek, Mihemed Şêxo, Elî Merdan, Tehsîn Taha, Meryem Xan, Eyşe Şan, Îsa Bervarî, Kawis Axa dengbêj û hunermedên sereke yên Radyoya Bexdayê ne. Di nav hunermendên Kurmanc yên jin de Meryem Xan e ku yekemcar plak derxistîye.

Radyoya Bexdayê her çiqas berîya Radyoya Rewanê dest bi para Kurdî kiribe jî, bi qasî radyo û dengbêjên Rewanê tesîr li civak û cimaeta Kurda nekirî ye. Di Radyoya Bexdayê de hin enstrumanên muzîka Ereban jî carna bikarhatîye, lê di Radyoya Rewanê de tim bilûr, carna zirne ku tenê enstrumanên muzîka Kurdî ya folklorî ne, bikar hatine. Kilamên wek Lawikê Metînî, Filîtê Kuto, Hekîmo, Baro, Koçero, Keleşo, Dîno Lawendo, Metê, Xozan Daxê, evînên wek Sîyabend û Xecê, Mem û Zîn, Memê û Eyşê, destanên Dewrêşê Evdî, Hemê Mûsê ku li ser meqamên kilaman, bi hunera dengbêjan li dîwan û cimaetên Kurmancan de digerîyan, idî bi radyoyan ve hingî diçû di nav milet û dûrahîyan hereman de berfirehî belav dibûn. Her wiha, bandora radyoyan him li ser guhdar, cimaet û civakê, hem jî li ser hunermend û dengbêjan de gelek mezin bûn.

Dawîng

Dîroka muzîkê kevn e. Meriv li ser hûr be dikara heta çar hezar salên berîya zayînê here. Lê divê bê gotin ku muzîk, bi seremonîyên olî, bi îbadetên oldaran ve ketîye jîyana civaka. Mûzîk ancax piştî serdema nêçîrvanîyê, bi destpêka serdema cotkarîyê ve, xêncî îlahî û lavlavîyên olî, hes, çîrok, destan û efsaneyên beşerî xistîye mijara xwe.

Her wiha dîroka muzîka Kurda jî, wek yên hemû medenîyatan, bi destê oldar û dewrêşan ve çêbûye. Lê di folklora Kurda de taybetmendîyek din jî heye, ew jî lorîna dayîkan e. Lorîka dayîkan û jinên ku di şînan de li ser mirîyan xwendine, bûne serateyek din û bingeh ji muzîka folklorîk re. Her wiha lorîn û lîyanên dayîkan, ketine qalibên meqaman, bûne kilamên dengbêjan, li ser pişta pêlên nifşên teze siwar bûne, ji kûrahîyan dîrokê filitîne, hatine gihîştine me. Xwedêkirî hatine…

Çavkanî

  • Geleneksel Kürt Müziğine Genel Bir Bakış, N.N.Çelebi, V.Yıldırım, A.G.Ataş, wwwcafrande.com
  • Sê Radyoyên Girîng di Dîroka Kurdan de, R.Xelîl,wwwcandname.com
  • Dîya Min, Gulsoz Ucê, Kovara Buhar
  • Antolojîya Dengbêjan (Şakiro), Ö.Güneş, İ.Şahin, Nûbihar
  • Şaîrê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê, Ahmed Aras, Akyad
  • Kilam û Jin, T.Çiftçi, Nûbihar
  • Fehmi Atmaca, Mala Dengbêja, Agirî
  • Dengbêj Tefik Deniz
  • Dengbêj Hikmetê Panîyê
  • Back-To-Top-Button by Cemîl. A from Denge-Med.de