Mizgîn Tahir

Divê muzîka kurdî xwe ji gotinan rizgar bike û derbasî harmoniyê bibe

Hunera muzîkê û bi cureyên xwe ve him rengên şexs û civakê dide der him jî wek ast, qabîliyeta şexs û civakê derdixe pêş. Her wiha rengên muzîkê, potansiyela zimên a bi hunerê jî derdixe holê.

Di muzîka kurdî de jî tevî hunera qedîm a dengbêjî û formen klasîk, bi şêweyên cur bi cur hunera muzîkê tê kirin. Yek ji van Mizgîn Tahir (Omerî) e ku di warî xwe de yekem hunermend e ku bi opereya kurdî pêk aniye, kiriye.

Tahir di muzîka kurdî de wek hunermenda kurd a yekemîn ya 'dengbêja (deng bêj) operayê' tê bi navkirin. Her wiha Tahir ji ber ku bi şêwaza operayê hunera xwe pêk tîne wek hunermendeke modern û nûjen jî tê qebûlkirin. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku Tahir ji kokên xwe dûrneketiye û dengbêjî jî ji xwe re kiriye referans û ev her du huner bi awayek serkeftî li hev anine.

Mizgîn Tahir di sala 1976an de, li bajarê Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê (binxetê) ji dayîk bû. Tahir di nav malbateke hunerhêz û hunermend de mezin dibe û turikê xwe wisa tijî dike.

Hunermenda serkeftî, li Dirbêsiyê dest bi xwendina xwe dike û li Serêkaniyê xwendina xwe berdewam dike. Tahir pêşiyê dest bi xwendina beşa Arkeolojiyê dike. Û piştre ji bo ku derbasî beşa operayê bibe bi qasî 2 salan li cem mamosteyên rûs prof. Lubana û dîsa prof. Gelina perwedehî hildide û xwe bo operayê amade dike. Paşê li beşa Operayê ya peymangeha Konservatuara Zanîngeha Şamê a Sûriyê dest bi xwendinê kir û xilas kir.

Tahir pir xwestiye destanên kurdî û klamên dengbêjiyê ligel operayê bibêje. Di dema xwendekariya xwe ya konservatuarê de li ser destanên Memê Alan, Siyabend û Xecê û Kela Dimdimê lêkolîn kirine. Hunermenda kurd, di wê baweriyê de ku ji bo parastina çand û dîroka kurdî dengbêjî xwedî girîngiyeke mezin e. Her wiha Tahir, hêmanên dengbêjî û operayê pir nêzî hev dibîne û heta li gorî Tahir bingeha dengbêjî û operayê yek e. Ji ber van sedeman îdia dike gava ku hunera operayê çêdibû,opera ji dengbêjiyê jî tişt wergirtine.

Him bandora hunermendên biyanî him jî yên kurd li ser Mizgîn Tahir çêbûye. Weke mînak jî ji hunermendên biyanî; hunermendê operayê yê Îtalyan ê bi navê Gîuseppe Verdî û hunermendê operayê yê Îspanyol ê bi navê Manuel de Falla bandora xwe li ser Tahir pêk anîne û ji hunermendên kurd jî Huseynê Farê, Şakiro, Fadilî Cizîrî, Karapêtê Xaço, Nîzamettin Ariç, Eyşe Şan, Meyram Xan hwd. li ser Mizgîn Tahir xwedî bandoreke berbiçav bûne.

Hunermenda kurd albûma xwe ya yekem a operayê ya bi navê 'Lorîka Adîloş' di sala 2010an de derxist. Muzîkên albûma Lorîka Adîloş, ji muzîkên hunermendên Gîuseppe Verdî, Georges Bizet û Wolfgang Amadeus Mozartê pêk tên. Di vê albûmê de, helbesteke Ehmed Arîf û du helbest jî yên Cegerxwîn in. Ev 6 berhem di albûmê de cî digirin; Evîna Cegerxwîn, Lorîka Adîloş, Yeka Neke, Bihar, Ay Dilo, Evîn. Hunermenda kurd ji bo amadekirina vê albûmê û herwiha ji bo şîrovekirineke baştir a van her şeş berheman, hemû dîwanên Melayê Cizîrî û berhemên Cegerxwîn xwendine.

Her wiha hunermend Tahir wek enstrûman piyano û tembûrê lê dide, lê ev ji bo enstrûmana esasî 'dengê wek enstrûman' dibîne.' Wekî din, Tahir 2 operayên Mozart jî wergerandine kurdî û ev berhem strîne.

Tahir ji bo xebatên muzîkê ji bo Amedê hatiye vexwendin û ev 9 sal in ku li Amedê dijî. Hunermenda kurd, li Akademiya Cegerxwîn a li Amedê, him mamostetiya muzîkê kir û him jî ji bo sazkirina orkestreyeke bi kurdî hewl da. Ji ber ku Tahir ji bo muzîka kurdî hebûna orkestrayan pêwîst dîdît ji loma li ser xebatên orkestrayan jî sekinî. Di dawiyê de orkestraya Heskîfê damezrand. Orkestra Heskîfê bi piştevaniya Şaredariya Batmanê ve hat avakirin. Piştî şerê li nav bajarên, sazî û dezgehên kurdan jî ji dest çûn û di encamê de xebatên orkestrayê jî bê piştgirê ma û orkestrayê xebatên xwe dan sekinandin.

Mizgîn Tahir cara yekem bo bernameyeke muzîkê hate Enqerê û Tahir bi sponsoriya Kitap Destar Cafe bû mêvana kurdên ku li Enqerê dijîn. Em bi hunermanda hêja Mizgîn Tahir re li ser hunera wê, muzîka kurdî û li ser jin, jina kurd axivîn.

(Hunermend Mizgîn Tahir, Serêkaniyê, 1995)


"Opera dibistana deng e"

Dema mirov li reng-stîla hunera Mizgîn Tahir dinêre, dibîne ku ji aliyekê ve dengbêjî û ji aliyê din ve jî hunera operayê heye. Tahir dengbêjî û opera li hev aniye û hunerek cuda derxistiyê holê. Tahir li ser pirsa me ya "Gelek kes dengbêjî û operayê ji hev pir cuda dibînin. Gelo ji bo te li hevanîna van her du huneran zehmet bû an na?" dibêje:

"Opera dibistana deng e. Çi bibêjim ev dibistan wek egzersîza deng e, perwerdeya deng e, ev tişt di nav operayê de ye. Dengê operayê heye. Opera, qalibêk muzîkê ye. Qalibek çawa ye; bingeha xwe ji şanoyê girtiye yanî opera şanoyeke bi muzîk e û bi stran e. Li gorî kesê ku li ser dîroka opera disekinin, dibêjin operayê ji şanoya Yewnanî dest pêkiriye û piştre hêdi hêdî pêşde çûye.

Wexta meriv bipirse ku te ev beş çawa bijartiye; Min xwest, ez herim beşek muzikê bixwînim. Ji xwe pir meraqa min dikişand muzîkê û her wiha operayê jî. Malbata min malbateke hunermend û hunerhêz e. Bavê min dengbêj û stranbêj e, stranên gelerî jî digot in. Her wiha bavê min tembûrvan bû û tembûrvanekî pir baş bû û ji dengbêj û hunermendan re gelek li tembûrê xist. Ji ber wê yekê ji wî re digotin Necimê tembûrvan. Dema dost û hevalên bavê min dihatin di şevbûhêrkên dengbêjan de, şevên xweş derbas dibûn. Li ser meselê bibêjim, çîrok dihatin vegotin, stran dihatin strîn û behsa gelek tiştan dihat kirin. Ev tişt di serê min de dikeliyan. Piçûk bûm ez tênegiştim kurd û polîtîka çi ne…! Min meraq dikir û digot yabo çima tiştên bi kurdî li tv yan dernakev in? Tê bîra min bavê min Radyoya Rewanê guhdarî dikir. Min digot dengê dengbêjî li vir tê. Xweziya xwe dianî û digot xweziya huner û çanda kurdî jî li tv yan derbikeve? Min ev tişt xeyal dikirin! Û min xwe bi xwe digot; van xeyalên ku ez dibînim gelo dê çê bibin? Ev pirs, bi zaroktî bi min re hebûn…

Min ji xwe re digot ez ê çawa van destan, çîrok, stran û dengbêjiyê bigihênim tv û bigihînim cîhanê. Vê hunera xweş bigihênim her deverê. Piştî ku ez mezin bûm hîn bûm ku dibistana muzikê ya operayê heye. Gava ez hatim, min got ez ê muzikê bixwînim, bi vê armancê çûm dibistanê.

Dema min xwest, van her du huneran yanî dengbêjî û operayê bînim ba hev; Li aliyê operayê min dît ku diyalog heye, muzîk heye, çîrok heye, şexsiyet heye. Dîsa di aliyê dengbêjiyê de jî em dibînin diyalog heye, çîrok heye, şexsiyet heye. Bi kurtî bibêjim dengbêjî û opera pir nêzî hev du ne.

Tiştê ku ez niha jê bawer dikim û dibêjim ev kesên ku wexta biryar dan qalibek muzîkê çêbikin û navê vê hunerê jî bikin opera, hatine nava Rojhilata Navîn. Ez bawer im ji van çîrok û destanên vê herêmê hin tişt û form girtine. Li ser meselê, çîroka min qala Gilgameşê dike, em qala destana Gilgameş dikin. Dema Gilgameş bê xwendin dê bê dîtin, ev berhem bi şiklê helbestê hatiye amade kirin. Dema berhemek helbest be; rîtma wê heye, muzîka wê heye, çîrok in, diyalog in. Beriya 3 hezar salan destana Gilgameş hebû û piştî demek dirêj em dibînin ku hunera operayê çêdibe.

Çima wisa dibêjim! qesta min ev e ku li gorî van agahiyan dipeyivim û dibêjim hunera operayê bingeha xwe ji Rojhilata Navîn digire. Bi taybet vê cureyê muzikê bi tenê di nav kurdan de heye û ev cure huner her berdewam bûye. Dibe ku di miletên din de jî hebe lê hemû çîrok, destanên me hene û berdewam dikin.

Hema tu bibêje destana Memê Alan, Derweşê Evdê, Xecê û Siyabend, Qelaya Dimdim, Zembilfiroş û gelek çîrok û destanên me hene û hema bibêje jiyan û vegotina kurdan li ser van tiştan derbas bûye! Ji ber vê yekê ez dibêjim ji sedî nod û neh hunera operayê bingeha xwe ji dengbêjiyê hildaye. Ev yek îdiaya min e. Ez bi îdiaya xwe, van tiştên ku min li jor jî behs kir, îspat dikim. Dîsa ji ber vê sedemê min got ezê vê beşê bixwînim û ez çûm û min xwend."

"Bavê min digot; dengbêjê gundê me, dengê wî li serî wî bû!"

Hunermenda kurd Mizgîn Tahir beriya perwerdeya muzîkê li beşa Arkeolojiyê dest bi xwendinê dike. Tahir ji ber eleqa û hezkirina muzîkê berê xwe dide hunera muzîke piştre dest bi xwendina beşa muzîkê dike.

Li ser pirsa me ya, "Bi qasî dizanim malbata te her çi qas malbateke hunermend û hunerhêz be jî pêşiyê nexwestine tu bi muzîkê re eleqedar bî. Te pêşiyê li ser beşa Arkeolojiyê dest bi xwendinê kiriye. Lê belê, te bi malbata xwe bi dizî dest bi xwendina beşa muzîkê kiriye. Dîsa te di hevpeyvînekê xwe de gotiye ku di civaka kurdan de nehîştine jina kurd hunera xwe bi riheti pêk bîne û bo jinê astengî hatine çêkirin. Eger jina kurd di hunerê de cihê xwe baş bigirta muzika kurdî wê hîn pêş de biçûya. Li ser vê meselê nêrînên te çi ne?

"Jin di hemû mijaran de astengiyê dibînin. Ez wek jin û hunermendekê bibêjim bi planekî hatim van rojan. Mîsal; malbata min ne ew qas malbateke girtîbû. Bavê min û metika min dengbêj bûn û wekî din dengê diya min jî zehf rind bû û diya min di heman demê de çirokbêj bû. Bira û xweşikên min hemû hunermend in. Lê astengiya civakî li ser min jî çêdibû. Li derdora me hin kes ha! keça te diçe muzîkê dixwîne, tiştên wisa dihatin gotin. Lê baweriya malbata min pir bi min hebû. Ji ber ku ez piçûka malê bûm ez bi delalî mezin kiribûn. Di nav keçikan de, bi tenê xwendewan ez bûm. Di nav 6 keçikan de bi taybet ez dame xwendin. Xwişkên min pir piştgirî dan min û bi taybet xwîşka min a navîn navê wê Şukriya diya Belalîz, keda wê tu carî ji bîr nakim. Ev xwîşka min wek dayika min a duyemîn bû. Digot ' Çi dibe bila bibe wê Mîzgîn bixwîne û ez li pişta te me' yanê piştgiriya jinê ji jinê re lazim e.

Dema em behsa xwendina min a muzîkê bikin, pêşiyê min xwest heta ku ez xwe bi cî bikim min dest bi xwendina beşa Arkeolojiyê kir. Piştre min dest bi xwendina muzîkê kir.

Bavê min bihîst min dest bi xwendina muzîkê kir, pirsek ji min kir. 'Dibêjin, keça min Mîzgîn çûye operayê û bi dengê bilind dixwîne û nizanim tişten wisa…? '

Berî ku behsa bersiva bavê xwe bikim ezê tiştek din bibêjim. Berê bavê min ji me re qala dengbêjan û bi taybet hin dengbêjan dikir. Bavê min digot, ' dengbêjê gundê me, dengê wî li serî wî bû /ye!'

Min ji bo bersiva bavê xwe got, Yabo! Tê bîra te, te ji me re behsa dengbêj Eliyê Biyertî dikir û digot dema ev dengbêj li gasîna gund distira jin li ser bendêra û li ser xaniyan ew guhdarî dikirin. Û te digot, dengê wî dengbêjî çi xurt e. A min jî got ez jî wek wî dengbêjî dixwînim. Bavê min şaş ma û got keça min tu dikarî wek wî dengbêjî bixwînî. Min got wele ez vî dengî dixwînim û gundiyan jî guhdarî dikir. Piştre bavê min ji min re got, keça min biçe muzîkê bixwîne kî çi dibêje bila bibêje. Bavê te li pişta te ye! Her wiha eger dengê min bigihêje vê asta dengbêjê ku me behsa wî kir, wê demê ez dibêjim ez gihiştim vê astê…"

"Divê jin li ser xwe biêşin!"

Em dîsa li ser mesela jinê, ji hunermend Mîzgîn Tahirê pirsekê dipirsin. " Bi ya te li ser jinê zor, zext û astengî kêmbûne yan na?" Tahir bersiva me wiha dide: "Divê jin li ser xwe biêşin! Bixwînin, bibînin, tecrûbe bikin. Mafê me heye ku em tiştan tecrûbe bikin, mafê me yê şaşiyan jî heye. Di Rojhilata Navîn de, ji bo herkesî mafê tecrûbeya şaşîtî û ketinê heye lê ji bo jinê tune ye. Divê tecrûbe bê kirin. Heta ku mirov nekeve, şaşîtî neke bi sernakeve! Ji ber vê rewşê, ji jinê re hêzek pir xurt lazim e ku xwe di nava vê civakê de îspat bike."

"Jiyaneke hevpar dê barê jinê sivik bike û dê jin zêdetir berhemdar bin"

Wexta em li ser rewşa jina kurd axivîn, hunermend Tahir bal kişand û got' Meriv bê hêvî nikare bijî û divê hêviyên mirov hebin'. Tahir li ser mesela, rewş, hal û pêşketina jina kurd û di çarenûsa jinê de jî wiha diaxive:

"Bi rastî tu zehmetî dibînî û hunera te jî bi qîmet dibe, em wisa hîn bûne! Dibe ku, gava rehetiyek were berhemên baştir bê dayîn. Derfetên baştir çêdibin, ez dibêjim, van salên dawî derfet ji jinê re heye. Li ser meselê, mafê jinê yê xwendinê heye, mafê biryardayina li ser zewaca wê heye, mafê wê yê xebat-kar heye ku pere qezenç bike. Xwendin, kar û biryardayîn ev her sê mafên sereke ne. Divê di bîra jinê de ev yek hebe, jin belav in, divê jin werin ser xwe. Em radibin ne bi tenê barê xwe, barê bira, xwîşk, zarok û mêrên xwe hildidin ser xwe û heta hesaben ciranan jî dikin. Lê eger tu bixwazî li ser tiştekî hûr bibî gerek tu xwe bicivînî. Ezê li ser vê meselê tiştek din bibêjim dayîkbûn, zarok barekî pir giran e. Jin demeke pir zêde, dide zarokan û divê em çareyekî ji vê yekê re bibînin. Bi ya min çare, jin dema ku bixebite, bişixule dikare pere qezenç bike û zarok/ên xwe jî dikare xwedî bike. Yanî çima van tiştan dibêjim bi vî awayî kar belav dibe û barê li ser jinê jî sivik dibe. Mînak ez a niha dayîk im, jin im û hunermend im… Tiştê ku ez dikim çi ye, ez xwe didim alî ez dibêjim tiştek nabe hunera xwe didim aliyekî. Lê divê ez wisa nekim. Gerek ez xwe bînim li pêş da ku ez bikaribim çaresiriyê ji tiştên din re bibînim. Divê em ji van tiştan, pir baldar bin, divê ez jî wek jin baldar bim! Lazim e ku di jiyanê de, hevparî hebe. Eger hevpariyek hebe wê demê ji jinê re jî wext çêdibe. Ev dilovaniya jinê û ev rehma jinê dihêle ku jin bibe kole!"

"Bila muzika kurdî, xwe ji gotinan rizgar bike…"

Em vê carê jî berê xwe didin muzîka kurdî. Helbet ji bo hunermendan rewşa muzîka miletê wan jî babeteke girîng e.

Em ji Mizgîn Tahir dipirsin," Tu wek hunermenda kurd ast û rewşa muzîka kurdî, tevî bindestiya kurdan û zor û zextiya li ser kurdî, çawa dibînî û li gor te niha rewşa muzîka kurdî çawa ye?"

"Bi min muzîka kurdî ne di rewşeke baş de ye! Em gavên baş û durust navêjin. Mesela, niha medyaya civakî çêbûye, her kî dikare diçe distrî. Ev derfet dihêle li ser muzîkê tesîrên cuda çêbibin. Yanî aliyên vê rewşê, yê neyînî û yê erenî hene. Carinan pirbûna tiştan dihêle ku qaliteya berheman baştir fêm bikî yanî derfetên muqayeseyê çêdibin. Carînan jî pirbûna tiştan dihêle ku rê, rêbaz û şêwe xira bibin, pîvan nemînin. Ev pîvan çi ye? Muzîka me bi tenê bûye stran. Me gava din, qala opera û dîroka wê kir. Çima ev tişt yanê opera li cem me çênebûye û çûye li İtalyayê bûye. Ev yek ji ber çi wisa bû ye? Ji ber ku em bi tenê di gotinan de man, di çîrokan de man, di stranan de man, em enstrumantel nefîkirin. Divê muzîka kurdî xwe ji gotinan rizgar bike û enstrûmantel bifikire

Li ser mijarê; pêwîst e ku orkestra me çêbibe, orkestra Rojhilata Navîn. Bi enstrumanên Rojhilata Navîn. Dema me got pêwistiya me bi orkestrayekê heye wê demê lazim e ku em li ser destanekî bixebitin. Em wê demê li ser hin berhem û destanan sekinîn, xebitîn da ku ji bo operaya kurdî xebatek derxin holê û xebatên me jî encam dan.

Ez vê yeke jî nabêjim bila orkestra bi enstrumanên Rojhilata Navîn pêk were. Na, bila enstrumanên din jî tevlî bibin. Ya girîng ev e ku bila muzîka Rojhilata Navîn xwe bi cihanê re bide nasîn. Bila fikrek li ser van çêbibe. Çi navê li orkestrayê dikin, bila lê bikin ya muhîm ev e ku bila senfoniyek yan jî konçertoyek çêbikin.

Her wiha, dîsa dubare dikim, bila muzika kurdî, xwe ji gotinan rizgar bike. Bila muzîka kurdî derbasî harmoniye bibe. Bila xwe ji xeta melodiyê xilas bike. Yanê bila muzîka kurdî li ser kûrayî hûr bibe û bifikire. Ev rewş, ne bi tenê di muzîka kurdî de, di muzîka Rojhilata Navîn de heman şiklî heye.

Wekî din, li vê herêmê kesên Iraqî, Misirî li ser xebata orkestrayê ceribandin kirine û xebîtîne lê kurd li ser orkestrayê nexebîtîne. Çima nexebitine? Nizanim, dibe ji ber ku kurd bindest in û ji hin derfet û alîkariyan bê par in."

"Orkestra me ya Heskîfê di nav Rojhilata Navîn de gihiştibû astekê lê mixabin ji ber rewşa dawî xebata me sekinî"

Piştî ku hunermenda kurd, hat Amedê dest bi xebatan kir. Li Amedê li Akademîya Cegerxwîn û di nav hin xebatan de cî girt. Tahir di vê akademiye de, wek mamoste ciwanan bo muzîkê perwerde dikirin û dest bi xebata orkestrayeke jî kir. Tahir wiha behsa xebata xwe ya orkestrayê dike:

"Ez hatim Amedê û min li Akademiya Cegerxwin dest bi xebatan kir. Min plan kir orkestra Heskîfê çêbikim. Me ew orkestrayê damezrand û 3-4 salan em li ser xebitîn. Me destan û operayek jî çêkir. Bi rastî asta orkestra me li Rojhilata Navîn de, gihiştibû astekê û xebateke xweş çêbibû. Lê me kir û nekir xwe negirt. Çima me xwe negirt, piştgiriya me ya aborî tune bû. Hêza pişta me tune bû. Em ne xwedî maf in, em miletekî bindest in. Bi taybet, ji ber bûyerên dawî, sazî û dezgeh ji dest kurdan çûn. Bi kurtî wiha bibêjim ji bo ku xwedî orkestrayek bî divê piştgiriyek aborî jî hebe…"

"Bi Orkestraya Silêmaniyê re xebitîm…"

Me behsa xebata orkestrayê kir û li Başûrê Kurdistanê xebatên li ser orkestrayê hene. Em ji Tahir dipirsin, "Gelo têkîliyên te bi hunermendên Başûr re li ser xebatên orkestrayê hene? hunermenda kurd wiha dibersivîne, "Ez çûm Başûr bi Orkestraya Silêmaniyê re xebitîm. Me li wir du konser dan. Ez bawerim li wir muzîsyenên baş hene û tiştên baş jî difikirin. Ez bi wan re niha jî di têkiliyê de me. Maestro (şefa orkestrayê) Mustafa Abbasi heye, min hin stran ji wan re şandine. Dibe ku aranja orkestrayê bide, ez ê dîsa herim konsertekê bidim. Ji ber ku li Başûr statûyek heye ev yek dihêle ku bo çand û hunera xwe bi hêsantir tiştan pêk bînin. Dema xwedî statû bî wê demê derfetên dewletan hene. Lazim e ku van derfetên dewletbûn û hêza xwe ji bo hunera xwe, ji bo çanda xwe bikar bînî. Dîsa lazim e ku ji bo ehlaqa kurdî tiştekî bikî. Tu bo çi dibî dewlet î ? Ji bo ku tu çand, ziman, dîrok, huner û kesayetiya xwe binî ziman û van pêş de bibî."

"Ez hunermend im û dixwazim ji herkesê re bistrem"

Hunermenda kurd Mizgîn Tahir li ser xebat û planên xwe wiha diaxive, " Ez hunermend im û dixwazim ji hemû mirovan re bistrem. Dîsa dixwazim hestên xwe ji wan re bibêjim. Wexta ku bi guhdarvanên xwe re di têkiliyê de bim, ez pir kêfxweş dibim. Wekî din, pirî caran heval û hogirên min dibêjin li ser platformên medyaya civakî tiştan parve bike û di vê meselê de israr dikin. Ya rast, ez jî di van mijaran de teral im. Min ev karên xwe, spartiye qîza xwîşka xwe û gotiye li ser bisekine. Ya rast ez bi xwe wek hunermend, kontakta yanê têkiliya rû bi rû girîng dibînim. Ango ez dibêjim, ez bistrem û hûn jî guhdar bikin, ev yek zêdetir min kêfxweş dike!"

Back-To-Top-Button by Cemîl. A from Denge-Med.de