Ji stranbêj Mesûd Gever strana 'Payîzok'


Stranbêj Mesûd Gever klîbek nû bi navê "Payîzok" amade kir.

Klîb li ser hesabên medya dîjîtal ên KOM Muzîkê hat belavkirin.

Metin Gever tevî ku di bin banê Orkestra MA'yê de wek solîst cih digire, xebatên xwe yên şexsî jî didomîne û niha jî berhema wî ya bi navê "Payîzok" di bin banê KOM Muzîkê de derket pêşberî muzîkhezan.

Payîzok berhemeke herêma Colemêrgê ye û tê de çîroka cihêbûna evînekê heye û behsa xwastekên derengmayî dike.

Klîba li Colemêrgê hatiye kişandin, bestekar Wesfî Aka jî tê de cih digire.

Mesûd Gever dibêje ku wî hewl daye ku bi awayê wê yê resen stranê bistrê, ev xebat ji bo wî destpêkeke nû ye.

MESÛD GEVER KÎ YE?

Mesûd Gever li Geverê hatiye dinyayê û ji sala 2010'an û pê ve zêdetir bala xwe daye xebatên muzîkî. Piştî ku di beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Dîcleyê de perwerdeya xwe temam kiriye, di bin banê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê ya li Amedê de xebatên xwe yên muzîkê berdewam kirine. Ji bo berhevkirina berhemên gelêrî ji demek dirêj ve xebatê dike.

Di lîstika bi kurdî ya operaya nivîskarê îtalyanî Giacomo Puccinî de ya bi navê Toscayê, rola Spolettayê lîstiye.

Ev opera bi pêşengiya Theater Rastê li Holandê derketiye pêşberî temaşevanan.

Mesûd Gever wek perwerdekar li Akademiya MA Muzîkê li ser çanda dengbêjiyê perwerdeyê dide.

Back-To-Top-Button by Cemîl. A from Denge-Med.de