Jiyanek mişt huner: Hesen Zîrek

Hunermend Hesen Zîrek ku di serdemeke gelek zehmet de bi hunera xwe têkoşîneke mezin kir û bi stranên xwe bû berdevkê êş û azarên gelê Kurd, hê jî bi deng û stranên xwe olan dide.


Di dîroka mirovahiyê de ji berhemên mayinde yên di dest civakan de dimînin hin jê yên çandî û hunerî ne. Ev berhemên mayinde di gelek waran de reng û dengê civaka xwe di xwe de dihewînin. Di civaka Kurdî de jî ji hunermendên ku bi dengê xwe û stranên xwe bûne berdevkê êş, azar, şahî û xweşiyên civaka xwe yek jê jî Hesen Zîrek e. Çendî di ser koçkirina wî re 50 sal derbas bûbin jî, lê hê jî bi stranên xwe olan dide.

Hunermend Hesen Zîrek, di sala 1921'ê de li gundê Hermêlê yê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Gava hê biçûk bûye bavê wî miriye. Piştî dêya wî dizewice, ji bêgavî ji gundê xwe dûr dikeve. Zîrek di 12 saliya xwe de terka Bokanê kiriye û çûye bajarê Seqizê. Di 15 saliya xwe de dîsa vegeriyaye Bokanê, lê vê carê li wir pir nemaye û ji bo ji xwe re karekî peyde bike çûye Tewrêz û Tehranê. Di vê navê re Zîrek gelek zor û zehmetî kişandine. Di gelek karan de xebitiye. Hema bibêje tu kar nemaye nekiriye. Zîrek di xortaniya xwe de ji karkerî û şivantiyê bigire di gelek karan de şixuliye. Piştî demekê ji Tewrêzê berê xwe daye Başûrê Kurdistanê. Li wir li bajarê Silêmaniyê li taxa Dergezên bi cih û war bûye. Her wiha demekê bûye mêvanê Kerkûkê jî.

TÛRIKÊ MUZÎKA KURDÎ

Jiyanek mişt huner: Hesen Zîrek

Zîrek axirê di sala 1953'yan de berê xwe daye Radyoya Bexdayê ya Kurdî. Li vir gelek stranên berê yên Kurdî li gel Orkestraya Radyoya Bexdayê qeyd kirine. Hesen Zîrek, di 14'ê Tebaxa 1959'an de, li ser daxwaza Radyoya Kurdî ya Tehranê vegeriyaye Îranê û li gel orkestrayên cur bi cur li Tehranê di warê muzîka Kurdî de xebitiye. Her wiha carinan li Azerbeycanê di Radyoya Tewrêzê de jî stran gotine. Bi dû re di sala 1960'î de çûye Kirmaşanê û piraniya karên xwe yên hunerî li gel Orkestraya Radyoya Kirmaşanê bi rêberiya hunermendê mezin Mucteba Mîrzade qeyd kirine ku nav û dengê hunera wî bi piranî ji ber vê yekê belav bûye. Lewre ew stranên ku wî ew li wir kom kirine wekî şakarên hunera wî têne zanîn.

Hesen Zîrek piraniya stranên xwe bi zaravayê Soranî gotine, lê carinan bi zaravayên din ên zimanê Kurdî jî gotine. Her wiha bi zimanê Farisî û Tirkî jî stran gotine û heta radeyekê bi zimanê Erebî jî zanibûye.

XWE LI ÇIYÊ GIRTIYE

Zîrek di havîna sala 1968'an de li nêzîkî bajarê Baneyê li 'Kanî Mela Ehmed'ê çayxaneyek ava kiriye û tê de xebitiye. Wê çaxê ew û hevsera xwe ya nû Rabieyê bi hev re bûne. Lê jiyana wan, jiyaneke bargiran bûye. Zîrek di kaseteke xwe de ku li Kanî Mela Ehmedê tomar kiriye dibêje: "Ez li vir li ser çiyayekî dijîm, çimkî li Îran û Iraqê cihek tune ye ku ez lê bijîm. Di navbera çend keviran de, min çayxaneyeke ne xweş heye. Heke hûn bên û bibînin, hûn ê ecêbmayî bimînin ku ez çawa li vir dijîm! Na, bi min xweş e û ez debara xwe pê dikim. Ji ber ku di nava gelê Kurd de qedr û qîmeta hunerê nema, hunerê tu fêde neda min. Hunerê ji min re tiştek nekir ku ez bi dûv wê bikevim. Ji ber ku ez Kurd im û bi zimanê Kurdî diaxivim."

Ji ber hin sedeman Hesen Zîrek li Baneyê hew debar kiriye û berê xwe daye Mehabadê. Li wir jî ji ber stranên xwe bûye hedefa êrîşên polîsan. Ji vir jî bar kiriye û vê carê çûye Şinoyê.

HUNERMENDÊ GEL

Hesen Zîrek li gelek gund, navçe û bajarên Kurdistanê geriyaye; bi çavên xwe bûye şahidê êş û zehmetiyên gelê Kurd. Wê êş û xwezaya Kurdistanê û her wiha rojên neteweyî yên Kurdan bi stranan aniye ziman. Zîrek reseniya Kurdî parastiye û ji her kesî re stran gotine. Lewma tevahiya gelê Kurd ji dengê Hesen Zîrek hez dike û guh lê dike.

HEZAR Û 500 BERHEM

Hesen Zîrek di tevahiya temenê xwe de, hezar û 500 stran tomar kirine. Her wiha gelek helbestên helbestvanên wekî Nalî, Wefayî, Seyîd Kamil, Îmamî, Kurdî, Pîremêrd, Hêmin, Tahir Beg Caf vehûnandine û kirine stran. Sirûda bi navê 'Newroz'ê ku li çar parçeyên Kurdistanê li ser zimana ye û helbesta Pîremêrd e, yek ji berhemên wî yên herî bi nav û deng e.

ZÎREK BÛ RUH, PÎREMÊRD JÎ AGIRÊ NEWROZÊ GEŞ KIR

Newrozê mizgîniya biharê ye, bi awayekî dîtir germahiya dilê mirovan zêde dibe û dike ku mirov li hev bicivin. Lê Newroz ji bo Kurdan ne civîneke ji rêzê ye, sembola daxwazên siyasî û serhildana gelê Kurd e. Ji salên 1950'yî ve bûye şahî û pîrozbahiya gelê Kurd.

Demekê li Silêmaniyê Pîremêrd serkêşiya vê yekê dike û ev pêvajo heya salên 1970'yî berdewam e. Lê di wan deman de dengekî nemir bilind dibû û hatina Newrozê bi rêya Radyoya Kirmaşan û Tehranê pîroz dikir. Helbet ev dengê hêja dengê Hesen Zîrek bû ku ruh dida helbesta Pîremêrdê ku agirê Newrozê geş dikir.

"Em rojî, salî tazeye Newroz e hatewe
Cejnekî konî Kurde, be xoşî û be hatewe,
Wa rojhelat, le bendenî berzî wilatewe
Wa rojhelat, le bendenî berzî wilatewe
Rengê gula lew gezîze, şefeq şewq nedatewe
Em rojî salî tazeye newroz e hatewe
Cejnekî konî Kurd e, be xoşî û be hatewe
Em rojî salî tazeye newroz e hatewe
Cejnekî konî Kurd e, be xoşî û be hatewe
Çend sal gulî hîway , ême bê ber bû taku par
Çend sal gulî hîway , ême bê ber bû taku par
Ta şahanşah lutfî fermû ax le cotyar û kirêkar
Em rojî salî tazeye newroz e hatewe
Cejnekî konî Kurd e, be xoşî û be hatewe
Em rojî salî tazeye newroz e hatewe
Cejnekî konî Kurd e, be xoşî û be hatewe"

Ev stran heta roja îro jî yek ji wan stranan e ku herî zêde tê gotin û guhdarîkirin.

Hesen Zîrek, di 26'ê Hezîrana 1972'yan de, di 51 saliya xwe da li bajarê Bokanê xatir ji mirov û dilxwazên xwe xwestiye û çûye ser dilovaniya xwe. Wî li dû xwe arşîveke hunerî ya têr û tije ji bo neteweya xwe hiştiye ku bûye çavkaniyeke dewlemend ji bo hunera xwerû û resen a Kurdî. Hesen Zîrek stranbêjê herî xebatkar ê Kurdan e ku bi sedan stran di radyo û televîzyonan de dane qeydkirin.

Di nav stranên Hesen Zîrek de ya herî bi wate û navdar "Ey Niştiman"e. Zîrek vê stranê di sala 1946'an de li ser Komara Kurdistanê (Mehabad) çêkiriye û li bara civaka Kurdî wekî sirûdekê tê pejirandin. Lewre dema ku Zîrek çûye Mehabadê pêvajo pêvajoya Şerê Cîhanê yê Duyemîn bûye û Îngilistan û Yekitiya Sovyetan li Îranê dixistin. Di wê navberê de bi pêşengiya Qazî Mihemed jî Komara Kurdistanê ava dibû ku piştî 11 mehan komar hat hilweşandin û Qazî Mihemmed û hevalên xwe li Qada Çarçirayê hatin darvekirin. Ev yek bandoreke gelekî mezin li Hesen Zîrek kiriye. Zîrek li ser vê rewşê gelek berhemên giranbuha afirandiye. Ji van berhemên giranbuha yek jê jî "Ey Niştiman" e.

"Ey netewekanî delal
Ey Kurdekan ey baskeşêr
Ey niştiman, niştimanî ciwan
Xakî Aryan wetanî Kurdan
Ey rozî Kurdî kaşan
Bo Kawekan li her deran
Ey rozî Kurdî ber efşan
Bo Kawekan li her teraf
Bo te dikoşim bi dil û bi can
Bo serkewtinî xakî niştiman
Ey keynekan ey lawekan
Tê dikoşim cergê qawmekan
Ey niştiman, niştimanî ciwan
Xakî Aryan wetanî Kurdan
Bo te dikoşim bi serkewtinî
Pêşmerge hebû lawî qehraman"

Lê belê di sala 1974'an de Esîn Engîn ê ji malbateke Tetar vê stran û sirûda Kurdî ya Hesen Zîrek wekî "Ankaranin Taşina Bak" guherandiye. Bi dû re Rûhî Sû û Zulfu Lîvanelî jî di nav de gelek hunermendên Tirk gotinên vê stranê guherandine. Ev yek jî balê dikişîne ser salên 1920'an ên Tirkiyeyê.

HÎN JÎ OLAN DIDE

Hunermendê nemir berî biçe ser dilovaniya xwe xwestiye ku wî li Çiyayê Naleşikên veşêrin û li ser kêlika wî wiha were nivîsandin:

"Zîrek zor kird xizmetî huner
Jînit le pênaw huner birde ser
Rojgarit satê be bêxem nebû
Belam le huner hîçit kem nebû."

Hunermend Hesen Zîrek li dû xwe komeke stranên nemir hiştin û ji vê dinyayê koç kir. Her çiqasî ji koç kiribe jî, lê hîna jî bi dengê xwe û stranên xwe olan dide.

Niha piraniya berhemên Hesen Zîrek di arşîva enstîtuyên Kurdî û Ereb û Farisan de hatine hilanîn. Stranên Zîrek ên li enstîtuyên Kurdî li benda rêzealbûmê ne.

Back-To-Top-Button by Cemîl. A from Denge-Med.de