Dîroka Muzîka Kurda

Îro hûn ji kê pirs bikin, wê bêje destpêka muzîka Kurda dengbêjî ye, bi rastî, heta ku min çend çavkanîya li hev nexist, min jî wisa dizanibû. Lê ne wisa bûye, dîroka muzîka Kurda di kûrahîyên dûr û dirêj yên sedsalan de ye.

Gorî çavkanîyan, di serdema qiraltîyê de ku di navbera B.Z. 280 – P.Z. 130 salan de xwedî hukim bûye, li Mezopotamyayê du hunermendê Êzdî hebûne ku bi muzîkê ve nexweşîya qenc kirine. Yek Avger e û tê gotin ku yekem car muzîka gelêrî saz kirîye. Ya din jî Îbrahîm Musûlî ye ku li Bexdayê hunera xwe pêşkeşî Harûn El Reşîd kirîye û dibistana yekem ya muzîkê vekirîye.

Paşê, Îshakê kurê Îbrahîm Musûlî, li Musûlê pergala Avger berfireh dike û şiklê melodî û ahengê, form û pergala deng lê bar dike, digihîne şagirtên xwe. Yek ji wan şagirtan Yehya Elî, yê din jî Ebû Feyz Bîn Amed bûye. Şagirtê wan jî Farabî bûye û Farabî bi navê Rîsaleyê Kebir qaîdeyên muzîka Kurdî bipergal dike. Piştî waxta, him di qesrên Osmanî û Hîndûyan de, him jî li Bexdayê, di qada perwerdayîyê de em rastî Evdilkerîm Meragî tên. Piştî Meragî, Zîryab dertê pîyasê ku ew jî muzîka rojhilatê birîye Endulûsê. Dîsa tê texmînkirin ku di sedsala 13. de mûzîka Kurda xwe di dergahên dewrêşan de nîşan daye. Lê piştî salên 1300 de baskê muzîka Kurdî ya qesrê winda dibe, tenê muzîka ku di nav xelqê de îcra bûye dimîne. Ew salan idî salên îstîlayê ne û şans û şertên ku Kurd bi dînamîkên xwe ve muzîk çêbikin namîne. Ji vî demajoyê şûnda muzîka Kurda idî li hêvîya dengbêjan dimîne. Lê hin lêkolîner, di mayîna muzîka Kurdî de para lorîna dayîkan û feqîyên ku di medreseyan de muzîka olî afirandine jî işaret dikin. Jixwe di dîroka merivahîyê de jî xûyaye ku muzîka yekem, olî ye. Wekî ku me got, Avger û Îshak Musûlî Êzdî bûne û di serdema xwe de însana bi muzîk ve qenç kirine. Lê divê ji bîr nebe ku gelek berhem û çavkanîyên muzîkê, dema îstilaya Moxolan ya ser Îranê de, di sala 1258an de gava Bexdayê tune dikin, winda dibe.

Back-To-Top-Button by Cemîl. A from Denge-Med.de