Şevbuhêrkek folklorî bi Cigerxwîn re

Semînar: Şevbuhêrkek folklorî bi Cigerxwîn re

Li bajarê Qamişloko û Li hola Zelal ya bi taybetî bi kar û barê çalakiyê rewşnbîrî radibe, û di vê şeva han de bi beşdariya birrek ji rewşnbîrên kurd, û çend kesayetên Ereb û Asûrî mamoste Brahîm Mehmûd şevbuhêrkeke folklorî li ser tekst strana (Ez kevokim) ya ku seydayê Cegerxwîn di pirtûka xwe de folklore Kurdî şirovekiriye, û helbet ev stran bi dengê hunermendê mezin Hesen Cezrawî hatiye stran.

Li bajarê Qamişloko û Li hola Zelal ya bi taybetî bi kar û barê çalakiyê rewşnbîrî radibe, û di vê şeva han de bi beşdariya birrek ji rewşnbîrên kurd, û çend kesayetên Ereb û Asûrî mamoste Brahîm Mehmûd şevbuhêrkeke folklorî li ser tekst strana (Ez kevokim) ya ku seydayê Cegerxwîn di pirtûka xwe de folklore Kurdî şirovekiriye, û helbet ev stran bi dengê hunermendê mezin Hesen Cezrawî hatiye stran.

Û di destpêkê de mamoste Lewnd Dalînî hinekî li ser vê mijara han rawest û mamoste Brahîm Mehmûd pêşkêşkir û pişt re mamoste Brahîm kora xwe ya bi nirx li ser vê mijara strana folklorî Ez kevokim pêşkêş kir, û bi rengekî ber fireh sekinî, û ew vedigere texta seydayê Cgerxwîn ji pirtûka (folklore Kurdî) û dikeve hemû bingeha stranê çi ji warê têkst, di hemû waran de, Li vir hêjayî gotinê ye ku mamoste Brahîm vegeriya texta Seydayê Cegerxwîn û nerîna wî di têksta hunermend Hesen Cezrawî terzûkiriye û rexne kiriye, û bi rengekî zanstî lêvegeriya ye, û di dawiya vê korê de goftogoyeke fireh ji alî hunermend Seid Yûsif, û çend rewşenbîrên kurd hate kirin.

Eva li jêr kora kû mamoste Brahîm Mehmûd pêşkêş kiriye:

Di destpêkê de yek dikare bibêje ku xwendevanê Seyda Cigerxwîn" 1903-1984" tucar nikare wî xweş nasbike bêyî rawestinek bihn fireh li ser folklora ku xwe pê mijûl kiribû, ne wiha tenha jî, çênabe yek li ser Seyda biaxive bêyî danasîna bandora folklor li ser jiyan û nivîsiya wî Raste, folklor girêdaye bi çandeya gel ya rewanî, lê di hevberkirinê de, wate ne ew weteye ji geleyek ta geleyek din. Bi gelê ku ji nivîsandinê pê pare, ji rêza sedemên dîrokî, peyva" folklor" ji cihê xwe derdikeve, ber vireh û vekirî dimîne , weke bîrwariyekê xwe vedaye ji demê re. Cigerxwîn, weke helbestvanek gelerî hatiye nasîn! Ev yeka han diyar dike carcaran û bi xurtî ku Seyda xwe bi nav nekirye weke helbestvanek bi serê xwe. Cigerxwîn ji wiha mezintire, ew î diyar kiriye ku helbest û folklora kurdî ji hev cuda nabin, lê ne yekin û nabin yek.

Weku tê şopandin, Seyda xwestiye wan herdiwan bi hev re rake, û her yek bi rêyekê ye. Folklor mirov dide nasîn bi çandeya wî ya gelerî, û helbest wî bi jiyana wî girêdide.Ya yek vejîniye, ya duyem jîniye! Seyda ev yeka han weke dîtina xwe bi hev re diyar kiriye, ku gel bi deng û tiştên ber çav bi nav dibe. Îca dema ku yek berhemên wî dixwîne, nimûne( Cîm û Gulperî-1948, Reşoyê Darî-1956, Gotinê pêşiyan-1957,Destûra zimanê kurdî- 1961,Ferheng-1962, Mîdya û Salar-1973..Hud), yekser wê birame di pêwindiyên wan de, û zanibe ku ziman û folklor û dîrok û huneriya kurdî bi hev re hatine hûnadin. Ev yeka han jî bêtir cih digre, dema perhemên wî yên helpestiyanî, di gelek wêne û babetên xwe de bi nav dibin , weke: Fata qereçiyê- Pîra torê- Serxwebûna mirîşkan..di( Agir û birûsk) de, û: Kevjal nikarin bifirin, di ( Sewra azadî) de, û: here here- Pîra mirovxwer.., di ( Kî me ez) de, û: Aleqemşê, di ( Ronak) de, û: Welatê Çirto û Virto-Zira kerê û lota Devê…, di ( Şefeq) de, û: Ah şêrînê.., di( Aşitî) de… Lê wêneyê mijarê bêtir diyar dibe dema navê pirtûka wî( Folklora kurdî), ya ku hattiye weşandin di sala1988an de, li Stokholm ê, dapêş dibe ji me re.

Ronahiyek Di vê pirtûkê de, buhaya folklora kurdî ronahî dibe? Seyda weke mirovek kurd û pêre weke çêjvanek huşmend, awirên xwe dinasîne ji rexê vê pirsa han, ku tevî hest û helwestên wî yên helbestiyanî dibe, kêliya ku binavkirina têkiliyên di navbera babetên folklorî û helbestê de bi xwe dinasin, weke stranan berî her tiştî, çimkî helbest bi stranê girêdaye, ya gringtir ku ew bi xwe stran bû ji mêj ve, û stran bi babeta xwe tê nasîn, lê çi strana ku bi nav dibe, demek jê re he ye ava dibe taku bi nav dibe, ku belav kirina wê diyar dike 1. Di pêşî de Seyad dibeje( Bê goman ko dewlemendî û mezinahîya zimana bi folklor û rewş û pergala tore, rist û nivîsarên wa ye.) 2. Ya ber bi çav ew e ku pirsa stranê pêwîste li cem wî, weke hatiye navnîşankirin di berhem ê de, tevî ku ew dibêje di dawiya pêşgotina xwe de( Di vê niviştê de , wine helbestê, dîlok, heyran, lawik, istran, serpêhatî, çîrok û lîztikan jî geleka bibênin…R8), ji ber ku hewl daye xwe ku gelek tiştên gelêrî , bi wateya folklora kurdî ji hev derxîne, û berhema wî bi giştî, avabûye li ser rola stranan di jiyana kurdan de, ta ew bi xwe jî bi vî awayî diaxive. Ew perçê yekem wiha bi nav dibe( Helbeste û berdîlan), ew jî stran e.  Di ravekirina Seyda de, nêrînek zelal, sane, lê hişiyar diyar dibe, weke dîdariyekê li ser girêdana wî bi gelê wî re, dûrî ekadîmiyetê, lewra lêguhdarî dibe valî walî. Li ser vê yekê, gotinek pirr xweş seyda dibêje, ku rêyê vekirî dihêle( Ca eger hin çewtî, kêmasî jî we dîtin, rast bikin û derbasbin, li me negrin. Bê goman rojek heye, ko win van kevnenivişta bixwênin û rast bikin, bi pêşve bibin û kareke mezin ji wan bikin.R8). Îca daku şevbuhêrka me zengîn be, emê rawestin li ser mînaka seyda a yekem, ku weke dixuyaye xwedî bandorek mezine. Strana( Ez kevokim lê lê). Weke hemî babetên xwe, têksa stranê diyar dike, û di pey re, rave dike.

Ez kevokim lê, lê
Kevoka şînim way, way
Li ser bana lê, lê
Ez dixwînim way, way
Ji xelkê weye lê, lê
Har û dînim way, way
Ez aşiqê lê, lê
Çavên şînim way, way.
Ez kevokim lê lê
Kevoka beşim way, way
Li ser bana lê, lê
Hûr dimeşim way, way
Ji xelkê weye lê, lê
Ez nexweşim lê lê
Ez aşiqê lê, lê
Çavên reşim way, way.
Ez kevokim lê, lê
Kevoka sipîme lê, lê
Li ser bana lê, lê
Xweş danîme way, way
Ji xelkê weye lê, lê
Ez xwînî me way, way
Ez aşiqê lê, lê
Jinka bî me way, way
Ez kevokim lê, lê
Kevoka nêrim way , way
Li ser bana lê, lê
Xweş diçêrim way, way
Ji xelkê weye lê, lê
Ez newêrim way, way
Ez aşiqê lê, lê
Jinka mêrim way, way

Seyda çend xalikan bi nav dike, pêre yek dikeve bîhinfirehiyê de, di ber re jî diponije ; Ya xweş girêda ye bi nirxandinê, ku Seyda diyar dike bê çiqasî vê stranê deng daye, bi mûsîqa xwe ta di nav biyaniya de, bi ritma sivik, taybetî bi dengê Hesen Cezrawî, ku gelek belavbûye, Seyda bi nav dike ( Hesen gelek xweş û sivik dibêje). Ya xemgîn di pey re( lê mixabin , ku gelek çewt û şaşîyan têkel dikî û ji cem xwe jî li ser zêde dikî û ne rast dibêjî.). Ya giringtirîn dema li xwe vedgere( lê ne guneh û sûcê Hesene. Ji ber ku, kore û nexwendîye . Diwabû bihata nivîsandin û jêre bihata xwendin û gotin. R13). Ka raz li kû ye? Seyda xalikek dijwar eşkere dike, di pey gotina" Nexwendebûna" Cezrawî, ku binbar dibe, ji ber vê yekê ( nikarî berepêş gavên di vê meydanê bavêjî, çawa, ko mûsîqarê kurmancî nûjen peyda nabin û mûsîqa kevnare hew bi kêrî guhê mirovên sedê Bîstem tên.R13). Bi rastî yek li vir diraweste, û dixwaze mebesta Seyda nas bike, û pêre jî tu têkiliyan nabîn di navbera deng û sedemên ku bi nav bûne, bi wateya ku Cezrawî tawanbar kiriye bê sedemek durist, çimkî herdu sedemên wî cih nagirin, ji ber ku Cezrawî çêjvanek mezin bû, ku xwest strana ( Kevokê) li gor hest û dengê xwe bistirîne, daku ji qalikê xwe derkeve, ku sedema" nexwendin ê" dûr keve, û ya giringtir sedema" Koraniyê", ku gelek stranvan hene, û xwedî deng in, weke( Mekawî,Şêx Îmam, Seyîd Gabarî…). Di vir de ew têbîna li ser baweriya nûjen û kevnar ji mûsîqa diherife! Lê dema ku em li ser jiyana Cezrawî rawestin, ku hatiye dinê sala 1917an, û kor bûye bi carekê paşî deh salan, bi wateya ku gelek tişt ji hev derxistin ji rexê reng û bilî wan,lê jiyana xwe berdewam kir di nav hunermendan, taybetî dema ku li Bexa, di radiya wê de distira, û weke hate gotin ku dema strana(Kevokim) tomar kiriye di radiya Qahira de beriya şêst salî,hunermendin mezin, Ji jinan xwestin pêre bistrên weke Kewres, mînak Şadiya û Fayza Ehmed, helbet ji ber dengê wî yê xweş, ku paşî koçkirina wî sala1983an…Ev yeka han dihêle yek mezinahiya wî nas bike3.

Hember pirsa Seyda yek li hewldana wî dinêre di mijara helbestê de, ku ew ji bin bandora mûsîqa helbesta klasîk derneket, ji rexê kêş û pêlewaziyê dema çûna wî li Orupa, ji bilî helbestin ku hatin nivîsîn bi ritm in sivik, lê ne weke nûjeniya diyar bûne di Dîwana( Aşitî), mînak( Flîka Flîka , kom tîl mî)4. Lê de ka em bipirsin: Seyad çawa ev pirs rav kiriye? Diyar dike ku Cezrawî dibêje:"Kevoka dînim", lê diwabû bigota:Kevokê dînim. Ji ber ko, kevokê nêr aşiqê kevoka mê dibî, çawa, ko dibêjî:" Ez aşiqê lê lê çavê şînim", û li xwe vedigerî û dibêjî :" Ez maşûqê lê lê, çavê şînim way way".R:113. Stran bi zaravê herêmî dixuaye,û li cem Cezrawî bi rengek din, weke peyva" mehşûq", ku xwestiye bike strana xwe, ku destpêk( Kevokim) hatiye, ne ( Ez kevokim), û ta dûrêz kirina stranê guhertiye, lê ya herî dijwar ku ne( Kevoka dîn),û ne( Çavê şîn), di strana Cezrawî peyde dibe, weke belav bû ye, îca eger bi rengek din hatiye stran bi dengê wî ev tiştek dine, ji ber wiha tê di paragrafa sisiyan:

Kevokim lê, lê
Kevoka şînim way, way
Li ser bana û bin bana
Ez dixwînim way, way
Li bin bana qurbano
Ez dixwînim way way
Ez aşiqê lê, lê
Keçka dînim way way
Ez mehşûqê lê, lê
Kurkê dînim way way.

Seyda jî li xwe vedigere, ku dibêje( Gelek diriste, ko em bi çavê felsefê lê binêrin). Ew vedigere Seydayê Cizîrî ko li cem wî aşiq û maşûq yekin, bi Xweda bi nav dibin, li gor nêrîna wî li ser têgeha işqê" R13". Di baweriya min de Seyda Cigexwîn şaş çûye, ew işqa wî ji Cizîrî re, ev xalik wiha kiriye, tevî ku gotina wî gelek xweşe lê ne li vir! Stran gelerî ,folkloriye, ku ta ji xwediyê an xwediya wê hatiye xwest rengîn be, ew şêweya strana Cezrawî jî di rê yê de ye, ku stran li ser du stona ava dibe, hember naveroka xwe, hember rewşa dîlan û dîlanvanan, ku dibin yek , ku bi dîmenek kevokî ew dîlanvan davêjin ber hev, ku pirsa evînê pirsa hebûn û jiyaniye, ji mêj ve ye, nemaze di herêma me de, ki bi gelek rolan rabûye, ku helbesta stranî bi xwe jî xwe pê rengîn dike daku bi ser zimanan keve,yan divabe em stranê bi xwe berkenar bikin bi care kê re. Ew ya mê" Jin an keç" distirîne, ku lê dixwe an pêdikeve, yan davêje ser xwe, yan berê xwe dide yeka weke xwe, ku wiha destpêk tê" Lê lê", û dertê, û dûmahiya wê" Way, way", di berdewamiya dîlanê de ku ya bê deng, an veşartî, an qedexe di civaka rojana bi nav dibe di stranê de.

Di baweriya min de, razek stranê xurt he ye, ku bi zimanê kevokê ye( Ez kevokim), ev tiştek balkêşe, ku peyva" Ez" nêr û mê hildigire, ku kevok bi giyanê girêdaye, ku bi mê dilive, û bi nêr dicive li ser pesnan, ku ev herdu rû bi hev re ne, hinkûfî dîlanê ne, ku dîlan û stran jiyanê diçesipînin ,ku tu stran wiha di kurdî de peyda nabin, yan divê em bibêjin, ev çi stranek xiloxaviye, ku mê û nêr ji hev dernaxîne, ku em rêbaza Seyda bajon ta dawî, lê emê di cih de li xwe vegerînin: Gelo çawa stran bi deng bû ye, û yek lêpirsînek hêja li ser nebûye?  Ez dibêjim: Stran di ser wiha re ye! Ev dubarekirina" Lê lê", bi nav û denge di folklora kurdî de, ku geh bi dû hev re tê, û berya gotinê, weke strana" Gewrê", û" Nofa", an di nêvî de, weke" Êmoşê", û" Lê lê Kinê ", an dawî, weke" Ez kevokim", ku strana" Lê lê Kinê", nêzîkayê lê dike: Lêlê Kinê lê, lê, mala minê way way Ez ne kinim lê, lê, pel dirêjim way way. R:65. Lê divê em jibîrnekin, ku gotinin hene di stran û dîlokên kurdî de, weke danasînekê ne,di deng de, weke( wey lo, hey lê, wey wey,weyla,hay, lo lo, lê lo…), lê ev yeka ( Lê lê ), di pêş de ye, çimkî bi gelek rolan radibe! Dibe ku ev yeka han hember yeka Erebî be( Ya lêl ya Eyn), ku" Leyl: Şev e), û( Eyn: Çav e), ku( Lê lê) bi jinê, hatiye girêdan, û jin bi şevê hatiye girêdan, ku ( Way way) bi çav tê girêdan, û çav bi hestên şevê tê girêdan ji ber ku dil xwe ji şevê re vedike. Tenha dimîne ew kesê ku jê re bi nav dibe. Destpêk ji der ve re ye, û dûmahî ji hundir re ye, weke xweşiyekê, lê kevok radihêje herduan, ku balindeke kevne ,û simboleke, bi gelek watiyan dapêş dibe. Deng di pêş de dengê mê ye( eger em biaxivin weke Seyda Cigerxwîn), xwe bi nav dike: Kevoka şînim, û weke gotin li ser he ye: Har û dînim, û xwe dide nasîn: Ez aşiqê lê, lê Çavên şînim way, way.

Gotinên stranê bi giştî, mêyêtiya wê bi nav dikin, û mêyetî binyata jiyanê ye, lê beriya rêza dawî di her çar paragrafên xwe de, bi nêritî dinase " Ez aşiqê…" . Îca li gor wê weku diyare Cezrawî guhertiye, ta di ritmê de, weke hevberkirina ser ban û bin ban, û bilî wan5….!. Ji rexekî, diyare ku gelek guh daye stran û naveroka wê, ku weku Seyda nivîsiye, bi sê rengan bi nav dibe. Lê di paragrafa dawî de,deng dinase ku ew( Kevoka nêre), çawa wiha dibe di peyvê de, ku" Kevok", mêye, û xwe dapêş dike nêr? Ev jî bê guman zemîna stranê ye ne ya Cezrawiye. Çar paragraf in, her yek dîmenek weke rewşek pê dinase, li ser "Çalakiyên" kevokê, û rengê têkiliyê, ku dikare li ser newekheviya wan raweste, bi gelek wateyan, ku ne jinka bî, ne jinka mêr, bi nav nebûye di stranê de, bi wê biçûk kirina peyvê" Jinka", bi sivikaya wateyê… Du deng bi hev têne hûnadin, davêjin ber hev, li hev vedigerînin, lê serkeftin an şanazî ji herduan re ye, îca di bawerya min de raza stranê di vir de ye!!!???  Razek seyre, ku kevok ewqas bi nav kiriye, ku berê yekî dide gundan û rewşa gundan, ku kevok ber bi çav bûye, û hatiye nasîn bi gelek wateyan, ku canwerê herî nêzîk ji mirov re, ew e:

Berdewamî
Ta niha dixuyaye ku Cezrawî weke hunermendek mezin hişiyarê huneriya xwe ye,û buhayê gotinan dide, û Cigerxwîn çêjvanê helbestê ye bêtirî deng, tevî ku ji hev cuda nabin. Pirsa din, pirsa cavê şîne , Cigexwîn dibêje( Çawa "çavşîn" di awira kurmanca de ne gelek şêrîn û xweşikin . Herweku di "Çaçanê" hatiye gotin:" çavşînê, çav şeytanê" û carna kurmanc dibêjin "çav pisîkê". Ji ber ko, pirên kurdên welatê me çavreş û ji çavên reş yan belek hezdikin û istran û dîlokan li ser dibêjin. R:14). Raste, û ne xeme! Piraniyê stran û dîlok û gotinê me, li ser çavreşan ne, lê bi watiya ku em dûrin ji çavên din,ku nifşik mezin jî he ye ji kurdan, weku dîrok bi nav dike ew çavşînin7, û di vir de dixuyaye ku Seyda awira xwe fireh nekiriy, ya giringtir ku mînakên xwe ji bîr kirine. Weku diyar dibe, ku bandora herêm û çandeya musilmanî bi xwe jî li ser he ye, ku di vê çandeyê de,çavên reş gelek bi nav dibin ta di buhiştê de bi xwe jî. Di piraniyê helbestên xwe de, çavreş û reş belek, bi kar aniye, lê dema berê xwe dide Swêdê, xwe li çavşînan û di ber re çavên kesk digre. Di (Şoxa Swêdî) de dibêje: Şoxek Swêdî pir şêrîn Bala bilind û çav kesk û şîn8. Di helbesta( Swêdiya ez kuştim) de, dibêje: Isweçiya çav kesk û şîn Wê jêdera dîdar û jîn Cerg û hinav tev kirin xwîn9. Lê beriya derketina wî li Oropa jî, xwe mijûl kiriye bi cavê şîn weke navnetewiyek xuyayî, di ( Kî me ez) de,di helbesta( Nivîskarek bo yar): Yara por zerîn Çav şîn, û rû geş Dosta xem revîn…10. Ji rexek din, dema ku em rawestin li ser vê pirsê, em ê binêrin ku hestên xwe bi nav kirin, ji ber ku di ravkirina wî de ji strana( Ax û eman Çaçanê), di pirtûka xwe de, diyar dike ku di stranê de gazin ji xwediya" Çavşîn" bi xwe dibe, lê di pey re gotina xwe ya beriya anha li ser çavê şîn li kurdistanê, û hezkirina xwe ji çavê reş re eşkere dike" r:17" Lê gelo wiha ye? Gelo, ew gotina( Çav şînê,çav şeytanê), weke dev avêtinek an pesne? Diyar ku stranvan xwe ne girtiye li ber dilkêşiya vî çavî, ku bi deryê girêdaye, bêhempaye. Di ber re yek dikare bi nav bike, ew morîka şîn di destê vekirî de, ku ta anha li mal in kurdan daliqandiye bi dîwar ve, bi wateya xurtbûna çavê şîn, ku dive hayê mirov jê. Seyda di pirtûka xwe de,strana( Sultanê) rav dike,lê li ser pirsa çav naraweste, ku xwediya wî gelek xweşik û hêjaye, yana wê çilo, çawa, ev gotin bêne nirxan din?: Sultanê dinya deme Lê, lê, lê,lê Sultanê Xilxalê lingê te me
Gustîla tilya te me Kembera li pişta te me  Guharê guhê te me Çav şînê,çav şeytanê Biçûkê mal cîranê… R:30

Bê guman ev tiştek buhaye, û berze! Ji ber ku hember ger û tevger û dîtina mirov û waran, yek dikare bi nêrînek firehtir tiştan binirxîne, weke pirsa deng û çav û sîmên geleyan. Seyda di dawiya rav kirinê de ji( Ez kevokim lê lê),bêtir vedigere nav civaka xwe, ku babeta newekehev ya çavan, li cem dengbêj hatiye ji bo dilxweş kirina dîlanvanan"R:14", ew jî hesteke, lê ne awerek rexneyî ye, weke berya niha bi nav bû ye. Berya em babetê bi dawî bikin, xalikek hêjaye ku yek li ser raweste, ku Seyda di cih in din de rave kiriye, ew jî girêdaye bi aşiqê jinka bî û jinka mêr, ji ber ku ev yeka han gelek deng daye di nav me kurdan de. Berya her tiştî, di stranên pirtûkê de , mînak(Sultanê-De were lê lê-Zeko, Zekiya-Xeyda…), berz bûye! Weke: Kûçikê mêrê te jî bimrî Ez kiryarê bejna te me. R:35 Seyda, bi du rengan nêrîna xwe xuya kiriye: Yek jê, ew kesê ku li dor namûsa xelkê bigere bê since. Henek pêkrin di vir de heye, ku ew ne tişte ke" R:31"! Ya din, bi kûrbûnî xuya kiriye, ku ew kesê dilbjokiya jin bî, an jinmêr, an nifira dike ku zû mêr bemire bo jinê, diyare ku jin tê dan mêr, gelek caran, di nav kurdan de, bi zor, an bi pereyên pirr, ku tê firotin, ku dûrî dîldarê xwe dikeve, îca daxwaza aşiq li ser tolhildanek civakî, û rewaye ava dibe û Seyda dide xuya kirin ku gerek ev yeka han rast bibe, daku civakek nuh li dar keve"R:53"! Ev daxwazek tekûze, lê pirsek di vir de he ye, ew e: Çima ev gotin an nifir di gelek stranan de , li ser zimanê nêr an mirov bi nav dibe, ne jin bi xwe? Di bawerya min de, ji ber ku civak bi nêr hatiye nasîn, û jin berkenare bi gelek wateyan, ku nikare nifira bike weke yê nêr ku jina wî bemire, daku têkeve şûn de. Biryar bêtir ya nêr e, ta derbirîna rewşa jinê bi zimanê mirovê nêr deng dide,lewra dengê wê yê ketî bi nav dibe bi rêyeke din, ku ew heye, û di vir de civak xwe rast dike, ku folklor bi xwe dinase di warê ku yek dikare bibêje : Ew rastiyek pirr mezine ji rastiyên dîrokê ne, îca dibe ku folklor bi xwe terezoyek pêwîste ku dîrok pê tê xwendin, bi giştiya xwe, û ku em xwe bi serxînin, li ser bana û bin bana, daku danasîna ya civakî zelaltir bibe. Îca di vi re, weku Seyda li ser dilxweş kirina dîlanvanan axiftiye, dibe ku yek jê nas bike ku xwestiye xwendevanan hemiyan dilxweş bike, lê wê çawa birîn kirina hunermendek hêja weke Cezrawî çareser bibe? Gelo em dikarin destê xwe deynin li ser riwê xwe û pê re bibeşişin kêliya ku Seyda xwestiye ji xwendevan ku çewtiyek an kêmasiyek li cem hebe, bila rast bike?11. di hizira min de, ev derbasiyk ronîdaye ku em şevbuhêrka xwe ya folklorî bi Seyda Cigerxwîn re berdewam bikin, bi wateya ku dergeha mijara folklor vekirî hiştiye di pey xwe re, û dibe ku min jî weke Cezrawî ravekirinek daye li ser vê pirsa folklorî!!??..

Jêder ;

  • 1- Binêr li ser vî babetî, pirtûka " K. Morîs Bora": stran û helbest li cem miletên destpêkî, wergerandî bi earebî, çabxana Tlas, Şam,1992.
  • 2- Cigerxwîn: Folklora kordî, weşanên roja nû, Stokholm, 1988, R:6.
    Têbîniyek li virê he ye, ku ev pirtûk ji 27-11 sala 1965an amade ye ji capê re, weku di dawiya pêşgotinê de bi nav bûye, bi wateya ku li gor dîroka xwe tê xwendin, an bi kar dibe.
  • 3-çi tiştên li ser jiyana Cezrawî û hunriya wî min ji Entirnêtê guhestine!
  • 4- Binêre ( Aşitî), Avesta,çapa sêyem, : 2003, Stenbol, r:186-187, û wateya peyvê ku bi Swêdiye: Keçê keçe were ba min.
  • 5- Weku min şopand, stran ew strane, di ya resen de, di rêya mamoste, û helbestvanê kurd Ferhad Icmo, ku mijûlî va babeta ye, ew li ser qaûnê hatiye tomar kirin, ji bilî malika dawî( Kevokim lê, lê, kevoka spîme way way…), û bi şêweyek nûjen, bi dengê hunermend" Şad", ku nêzîkayê dike li têksa folklorî, yaku Seyda nivîsiye, belav bû ye.
  • 6- li ser vê pirsê, binêre, pirtûka" Cahiz": Pirtûka canewer, dar ihyaeturasi erebî. Beyrût,p7, r:293-295, di fehres de.
  • 7- Li ser vî babetî binêra pirtûka( Kurd), wergera erebî, ya Dr.Nûrî Talebanî,1998, r:55-57.
  • 8- Cigerxwîn: Aşitşî,r:184.
  • 9- Jêder bi xwe, r: 188.
  • 10- Cigerxwîn: Kî me ez,Avesta, çapa sêyem,2003, Stenbol, r:189.
  • 11- Caraek din, em vedgerin li pêşgotina wî, ku li ser vê yeka han diraweste, nemaze meteloka gelerî ku bi nav dike( Rûnê genî li ser nanê xwedî- 8).